Seroka Giştî ya Partiya Şoreşgerî û keça wê di bin xirebayan de ye
Hate hînbûn ku piştî erdheja li Mereş û Dîlokê hat jiyîn, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşgerî Elîf Torun Oneren û keça wê li navçeya Antakya ya Hatayê di bin xirbeyên avahiyeke hilweşiyayî de mane.
Navenda Nûçeyan- Piştî erdhejên ku li Mereşê li pey hev pêkhatin, li Tirkiye û Kurdistanê li 10 bajaran hilweşandin hat jiyîn.
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekgirtî Elîf Torun Oneren û keça wê Eylem Aydin li yek ji avahiyên hilweşiyayî yên navçeya Antakya ya Hatayê di bin xirbeyan de man.
Hunermend Orhan Aydin li ser medyaya dijîtal ragihand ku, “Elîf Torun Oneren û Eylem Aydin di bin xirbeyan de ne.” Di parvekirinê de wiha nivîsand: “Eylem Şafak Aydin Yetiş (keça min) û Elîf Torun Oneren (dayika wê) cadeya Ayşe Fitnaz Hanim hejmar 5’an a Navenda Hatayê. Xanî hilweşiya keça min û dayika wê di bin xirbeyan de ne. Alîkarî."
Di daxuyaniya Partiya Şoreşger a Yekbûyî de jî wiha hat gotin: “Tevî hemû hewldanan jî me nekarî xwe bigihînin Seroka xwe Elîf Torun Oneren û keça wê Eylem Aydin yên Antakyayê. Li gelek nuqteyên herêma ku lê dijîn, ji ber daketina kolanan ketina kuçeyan girtî ye. Cade Ayşe Fitnat Hanim hejmar: 5 Antakya”.