Tora Jinên Sûdanî: Divê Yekîtiya Efrîqayê destpêşxeriya El-Burhan paşve bikişîne

Tora Jinên Sûdanî hişyarî da ku diyalogên bi serokatiya leşkerî re wê bibin sedema rewatbûna bi rejîma kevin û xwest ku jin di hemû qadên biryardanê de bi awayekî wekhev cih bigirin.

Sûdan – Tora Jinên Sûdanî bang li Yekîtiya Efrîqayê kir ku pêşwaziya xwe ya ji bo destpêşxeriya Fermandarê Artêşa Sûdanî Abdel Fattah El-Burhan a derbarê “diyaloga Sûdan-Sûdan” de paşve bikişîne. Torê hişyarî da ku ev diyalog dikare bibe amûrek ji bo rewabûna bi desthilatdariya leşkerî re.

Di muzekereyeke vekirî de ku ji saziyên Efrîqî re hatiye şandin de, Torê diyar kir ku dawîanîna şer pêvajoyeke siyasî ya berfireh û serbixwe hewce dike. Ev pêvajo divê bibe sedema avakirina desthilateke sivîl a demokratîk ku li ser bingeha wekhevî û serdestiya yasayê ava bibe.

‘Em destûrê nadin ku rejîma kevin vegere’

Torê rexne li nêzîkatiya Yekîtiya Efrîqayê ya bi serokatiya darbeyê re kir û tekez kir ku fermandarê artêşê di şer de aliyekî sereke ye; lewma nabe ku rola navbeynkariyê yan jî kontrolkirina rojeva diyalogê bidin wî.

Torê her wiha li ser mijara mafên jinan ev tişt anîn ziman:  “Azadî û ewlehî: Berdewamiya diyalogê wê nebe sedema rewatiyê, heya ku azadiyên pêwîst ji bo jinan û parêzvanên mafên mirovan neyên peyda kirin.

Têkoşîna li dijî zordariyê: Li gorî ezmûnên tal ên serdema desthilatdariya Îslamî, jinên Sûdanî nikarin pêvajoya siyasî tenê wekî şerekî desthilatdariyê yê di navbera elîtan de bibînin.

Beşdariya wekhev: Torê banga beşdariyeke wekhev û watedar a jinan (jinên li malê, penaber, bandorbûyên şer û yên li dîyasporayê) di hemû qadên biryardanê, edaletê û ji nû ve avakirina sektorên ewlehiyê de kir.”