Raporta NY’ê: Divê kavilên Xezayê nebin amûrek ji bo jêbirina şopên sûcan
Raportora Taybet a NY’yê Francesca Albanese hişyarî da ku rakirina kavilan li Xezayê dibe sedema tunekirina delîlên sûcên navneteweyî û astengkirina naskirina cenazeyêm mirovan.
Navenda Nûçeyan – Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li ser rewşa mafên mirovan li axên Filistînê, Francesca Albanese, îro daxuyaniyek weşand û tê de bang kir ku kavilên di bin kontrola artêşa Îsraîlê de li Şerîda Xezayê ji bo jêbirina şopên sûcan neyên bikaranîn.
Di daxuyaniya xwe de, Francesca Albanese got ku: “Operasyonên rakirin, pelçiqandin û veguhastina kavilên li Xezayê divê nebin sedema tunekirina delîlên sûcên navneteweyî an jî rê li ber vegerandina cenazeyên mirovan û naskirina xwediyên wan bigirin.”
Her wiha, Francesca Albanese tekez kir ku “kavilên li Xezayê mayînên mirovan û delîlên girîng ên maddî ji bo lêpirsîna îdiayên sûcên navneteweyî dihewînin.”
Zêdeyî 73 hezar kes mirine û 174 hezar jî birîndarbûne
Li gorî daneyên ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Şerîda Xezayê ve hatine weşandin ku di bin desthilata tevgera Hamasê de ye û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî pêbawer tê hesibandin êrîşên Îsraîlê li Xezayê ji Cotmeha 2023’yan vir ve bûne sedema mirina zêdetirî 73 hezar Filistînî û birîndarbûna 174 hezar kesan.