Xercên Zanîngeha Golestan gihîştine asta 20 milyon tumenî
Ji ber nebûna wargehên dewletê û zêdebûna xercan a heta 20 mîlyon tumenî, xwendekarên Zanîngeha Golestanê a Îranê di navbera xwendin û qutbûna ji perwerdeyê de asê mane. Rayedar ji bo vê rewşa giran bersiveke zelal nadin.
Navenda Nûçeyan – Xwendekarên biyanî yên li Zanîngeha Golestanê a Îranê bi destpêkirina sala nû ya akademîk re, bi zêdebûnek girîng a mesrefên wargehên xwe û bi vebijarkên sînorkirî yên mayînê re rû bi rû ne. Li gorî gelek xwendekaran, ev yek mesrefa mayînê kiriye yek ji pêkhateyên herî giran ên xercên xwendinê û ji bo xwendekarên kêmdahat berdewamiya xwendina wan dijwar dike.
Wargehên dewletê nîne
Tevî Zanîngeha Golestan saziyeke dewletê ye jî, wargehên dewletê nînin û xwendekarên ku pêwîstiya wan bi cîhê mayînê heye, neçar in ku wargeh û navendên mayînê yên ji aliyê zanîngehê ve tên kontrolkirin û çavdêrkirin an jî navendên bicihbûnê bi kar bînin. Ev ne pirsgirêkek nû ye. Di salên dawî de, nebûna wargehên dewletê û mesrefa zêde ya cihên mayînê di nav pirsgirêkên ku xwendekarên vê zanîngehê protesto dikin de cih digre.
Lê, tişta ku fikaran zêdetir dike zêdebûna xercên wargehan e. Li gorî rapor û hesabên ku ji hêla xwendekaran ve hatine weşandin, xerca wargehên keçan ku di dema borî de bi qasî 9 mîlyon tumen bû, di sala nû de ji bo yek demê gihîştiye bi qasî 18 heta 20 mîlyon tumenî. Ev hejmar hema hema du qatê mesrefa berê ye.
Mesref du qat bûye
Xwendekar dibêjin, ev zêdebûna mesrefê ne wek başbûna di kalîteya xizmet û tesîsan de ye. Hin wargeh hîn jî bi pirsgirêkên wekî tijîbûna zêde ya odeyan, şert û mercên paqijiyê yên nebaş û kalîteya tesîsên kêm dijîn.
Her wiha dema, xwendekarek ji bajarekî din tê Gorganê da ku bixwîne, heta beriya bi xercên xwendinê an jî yên perwerdehiyê re mijûl bibe, bi bihayekî giran ji bo cihê mayînê ku pêdiviya wê ya herî bingehîn re rûbirû dimîne. Ji ber beşek girîng ji malbatan bi mesrefa jiyanê, kirêyên xanîyan û kêmbûna hêza kirînê re rûbirû ne. Du qatbûna xercên wargehê ji bo gelek xwendekaran tê wateya hilbijartinek bi zorê. Dayîna xercek ji derfetên malbata wan wêdetir, an qebûldikin ku cihê mayînê yê nebaş be, an jî bi temamî dev ji xwendina xwe berdidin.
Gelek malbat mesrefa wargehan bi xwe didin
Wepêşandanên xwendekaran bi zêdebûna xercên îsal ve sînordar nîne. Hin kes dibêjin di dema borî de, dema ku ders derbasî onlîne bûn, wan hema hema wargehên xwe bi kar neanîn, lê belê bi temamî xerca rûniştinê ji wan hatiye stendin. Ev îdia hîn ji hêla Zanîngeha Golestan ve bi fermî nehatiye piştrast kirin an red kirin.
Li aliyê din, nebûna wargehên xwendekaran ên dewletê, bû sedem ku beşek girîng ê berpirsiyariya dabînkirina cihê razanê yê xwendekaran ji aliyê xwendekar û malbatên wan ve bê dabînkirin. Di van şert û mercan de, xwezaya ‘dewletî’ ya zanîngehê nayê wê wateyê ku xwendekar dikare ji bo berdewamkirina perwerdeya xwe mesrefa guncaw bi dest bixe.
Xwendekar neçar dimînin dev ji xwendinê berdin
Dema mesrefa xanî ji mesrefek zêde vediguherin faktorek ku biryar dide ka xwendekar li zanîngehê bimîne an na, pirsgirêk hîn girantir dibe. Ger xwendekarek ku ji bo xwendinê hatiye pejirandin, ji ber nikare kiriyê cihê lê mayînê bide neçar bimîne ku dev ji xwendinê berde, ew ne li gorî hêza wê ya akademîke, li gorî rewşa wê ya aborî ku beşek ji rêwîtiya xwendina xwe ya bilind temam kiriye.
Ev rewş pirsek girîng ji bo rayedarên zanîngehê û saziyên xwendina bilind derdixe holê. Ger xwendekarên Zanîngeha Golestan nikaribin xercên salane yên bilind ên wargehê bidin, ji bo berdewamkirina xwendina xwe kîjan vebijark hene?
Xwendekar niha daxuyaniyek zelal li ser ka xercên wargehê çawa têne destnîşankirin, sedema zêdebûna girîng a xercan, kalîteya xizmetên pêşkêşkirî, rewşa xercên ku di dema perwerdeya ji dûr ve têne stendin û bernameya zanîngehê ya ji bo piştgiriya xwendekarên dezavantajkirî dixwazin.
Mesref li pêşiya xwendina xwendekaran astenge
Pirsgirêka wargehan nikare tenê wek pirsgirêkek xizmetên civakî an xizmetê bê çareserkirin. Ji bo xwendekarek biyanî, wargeh beşek girîng a hêza wan a wergirtina perwerdeyê ne. Dema gihîştina xanîyên guncaw bi hêza dayîna xercên bilind ve girêdayî dibe, mesrefa xanîyan dikare bibe astengiyeke rast ji bo berdewamiya perwerdeya wan.
Li zanîngehekê ku xwendekar bi salan e bi kêmasiya wargehên dewletê re rû bi rû mane, zêdebûna berbiçav a mesrefên wargehên taybet, bêyî ku çareseriyek zelal ji bo xwendekarên dezavantaj pêşkêş bike. Eve ne tenê zêdebûna bihayê ye, berevajî, nîşana mezinbûna valahiya di navbera mafê gihîştina perwerdehiya bilind û hêza aborî ya mayîna li zanîngehê de ye. Niha pirsa bingehîn ev e, Xwendekarek ku nikare 18 heta 20 milyon tumen ji bo cihê lê mayînê yê demekê bide, ji bo temamkirina perwerdeya xwe divê kîjanê hilbijêre: berdewamiya xwendina xwe an jî dabînkirina mesrefa jiyanê? Û ger tê texmînkirin ku xwendina bilind ji bo hemûyan derfetên wekhev pêşkêş bike, kîjan sazî ji bo misogerkirina mercên herî kêm ên pêwîst ji bo xwendekarekî ku li zanîngehê bimîne berpirsyare?