ji 10 Saziyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê banga mezinkirina têkoşîna ‘Jin Jiyan Azadî’
Saziyên civaka sivîl û karkeran ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi boneya salvegera 4'emîn a Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek dan û banga bilindkirina têkoşîna li dijî darvekirin û mêtingeriyê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN — Saziyên civaka sivîl û karkeran ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bal kişandin ser têkoşîna li dijî mêtingerî û darvekirinê, banga xurtkirina çalakiyên ji bo bîranîna salvegera Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ kirin.
10 saziyên civaka sivîl û karkeran ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi boneya salvegera çaremîn a Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ daxuyaniyek dan.
Qetilkirina Jîna Emînî bû agirê guhertinê
Di daxuyaniyê de ev yek hat destnîşan kirin: “Çar sal berê Jîna Emînî ya xelkê Saqizê ya Rojhilatê Kurdistanê, li Tehranê bi hinceta “nebûna laçika wê” ji aliyê hikûmeta Îranê ve hate binçavkirin û qetilkirin. Qetilkirina Jîna bû agirek mezin ê li dijî zilm, cudahî û gendeliyê. Xelk daketin qadan û li dijî hejarî, neyeksanî û mêtingeriyê dengê xwe bilind kirin.”
‘Komara Îslamî nikarî pêşiya civakê bigire’
Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bi lez li cîhanê belav bû û di dîroka hemdem a gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de bû yek ji qonaxên herî girîng. Her wiha hate diyar kirin ku: “Komara Îslamî nikarî bi îşkence, zilm û darvekirinê pêşiya civakê bigire.”
Di daxuyaniyê de her wiha hate diyarkirin ku Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ketiye nava hemû qadên jiyanê û li dijî her cûre dîktatorî, kevneperestî û zilmê li ber xwe dide.”
Banga xurtkirina têkoşînê
Di beşa dawî ya daxuyaniyê de bang li hemû çalakvan û saziyan hate kirin ku ji bo pîrozkirina salvegera Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ û bîranîna kesên di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane, têkoşîna xwe xurtir bikin.