Cezayê 15 mehî li çalakvana xwendekar Motahîra Gonî hat birîn

Çalakvana xwendekar û girtiya siyasî ya berê Motahîra Gonî, piştî ragihandina cezayê xwe yê 15 mehî hat girtin û ji bo cîbicîkirina cezayê wê, ew veguhastin girtîgeha Evînê.

Navenda Nûçeyan – Çalakvana xwendekar û girtiya siyasî ya berê Motahîra Gonî, îro piştî ku çû Daîreya Îcrayê ya li Tehranê û agahdarkirin pêk hat, hat girtin û ji bo destpêkirina cezayê xwe yê 15 mehan ew veguhastin girtîgeha Evînê.

Cezayê 15 mehî li ser “propaganda û heqaretê” hate birîn

Cîbicîkirina cezayê piştî wergirtina gazînameyeke fermî û nirxandina dozê pêk hat. Dosya Motahîra Gonî li Odeya 29’an a bi navê "Dadgeha Şoreşê" ya li Tehranê hatibû dîtin. Dadgehê ji ber “çalakiyên propagandayê yên li dijî rejîmê” 15 meh cezayê girtîgehê, her wiha ji ber “heqaretkirina rêber” jî 6 meh cezayê girtîgehê li wê birîbû û telefona wê ya destan hatibû desteserkirin.

Berê jî gelek caran hatibû girtin

Motahîra Gonî berê jî ji ber çalakiyên xwendekaran û helwestên xwe yên protestoyî hatibû girtin û zindankirin. Gonî ku di 14’ê Hezîrana 2025’an de li Tehranê hatibû girtin, piştî zêdetirî mehekê di girtina demkî de mabû, bi kefalet hatibû berdan. Wê berê jî cezayekî din kişandibû û piştî temamkirina cezayê xwe di 16’ê Adara 2025’an de ji girtîgeha Evînê hatibû berdan. Veguheztina wê ya nû bo girtîgeha Evînê tê wateya ku cezayê wê yê 15 mehî niha dikeve meriyetê.