Li Îranê jin li dijî sîstema otorîter û kevneşopiyan têdikoşin - GOTAR
Navenda Nûçeyan – Li Îranê, jiyana jinan di zincîrek ji şêweyên tundiyê yên bi hev ve girêdayî de ye. Ev zincîr di nav çar dîwarên malê de dest pê dike û xwe berdide kolan, kargeh û qadên giştî. Jinbûn li vê herêmê kêmtir li ser rizgarî û bidestxistina kontrola li ser jiyana xwe ye û bêtir li ser têkoşîna rojane ye. Ji bo parastina hêmanên herî bingehîn ên rûmeta mirovan a di her aliyê jiyanê de. Êşa ku jinên li vir dijîn ne tenê meseleyeke şexsî ye. Her wiha encama sîstemekê ye ku hebûna xwe li ser kontrola berfireh a nîvê civakê li ser laşên wan ava kiriye, azadiyên wan diçewsîne û jinan dixe rewşeke duyemîn.
Zewaca bi zorê, zewaca zarokan û înkarkirina mafê perwerdê
Di nav saziya malbatê de, ev tundî bi awayên eşkere, veşartî û sîstematîk xwe nîşan dide. Cudakariya zayendî di zarokatiyê de bi tercîhkirina zarokên kur û sînorkirina azadiyên keç dest pê dike. Di mezinbûnê de, ew bi diyardeyên wekî zewaca bi zorê, zewaca zarokan û înkarkirina mafê perwerdeyê berdewam dike. Tundiya navmalî, bi şêweyê tundiya fizîkî, îstîsmara psîkolojîk û devkî, şermezarkirina berdewam, bêparhiştina ji mafê biryardana li ser jiyana xwe û kontrola hişk li ser kiryarên xwe, hawîrdorek bêhnteng diafirîne ku jin tê de asê mane.
Kevneşopiyên eşîrî, çanda baviksalar û xwekuştinên bi darê zorê
Di vê pêvajoyê de, kevneşopiyên eşîrî yên kevnar û çanda baviksalar a herêmî, bi rêya diyardeyên trajîk ên wekî kuştinên di bin navê namûsê de, xwekuştinên bi darê zorê yên bi rêya şewitandinê û şêweyên tirsnak ên tundiyê yên ku bi navê namûsê têne kirin, peyamek dighîne jinan: Heta bêîtaetiya herî biçûk a li hember kevneşopiyê jî dikare jiyana wan winda bike. Koka vê pirsgirêkê dikare vegere derketina holê ya pergala dewleta neteweyî û otorîteya mêr, ku rasterast bi hev ve girêdayî ne. Ev şêweya tundiyê li dora hişmendiya baviksalar a di civakê de û her wiha têgihîştina ku di nav malbatê de çêdibe, tê organîzekirin. Ji ber vê yekê, em her roj şahidê kuştinên ku hebûna jinê li ser navê "rûmetê" înkar dikin, wê wekî tiştek ku were xwedîkirin, wekî milkek dibînin.
Sîstema baviksalar a ku li ser civakê serdest e, kevneşopiyên neolojîk bi awayekî hovane û tirsnak li ser jinan ferz dike. Ewqas ku jin, heta bi pirsgirêkek herî biçûk re jî, bi tirsê dikevin; berî ku bi tundiya ku dê hemû hêz û îradeya wan a derûnî bişkîne re rûbirû bimînin, ew serî li xwekuştinê didin. Ji ber ku wê, mîna yekane rêya xilasbûna ji sîstema serdest dibînin.
Cudakariya kûr a avahîsaziyê û tacîza li bazara kar
Dema ku jin ji malê derdikevin û dikevin qada kar û civakî, her çend şêweyê tundiyê biguhere jî, tundî bi xwe winda nabe. Di bazara kar de, jin bi cudakariya kûr a avahîsaziyê re rûbirû dimînin, di nav de mûçeyên kêmtir ji yên mêran, astengiyên qanûnî û kêfî yên gihîştina pozîsyonên rêveberiyê û nebûna ewlehiya kar. Gelek jinên ku di sektorên giştî û taybet de dixebitin her roj ji hêla kardêr an hevkarên xwe yên mêr ve rastî destdirêjiya devkî û reftarî tên. Lê belê, mekanîzmayek wan a yasayî an parastinê ya bi ewle tune ku dozên xwe bişopînin. Ji bilî jinên ku di sektora nefermî de dixebitin, gelek jinên ku di karên demsalî û sînor de dixebitin jî bi îstismara aborî ya giran û xetereyên ku jiyanê wan tehdît dikin re rûbirû dimînin.
Hawîrdora ewlehî-navendî û zexta polîsên exlaqî
Kolan, qadên giştî û jîngehên bajarî jî bûne qadên sepandina kontrol û şîdeta serdest a mêran. Ji dewriyeyên polîsên exlaqî û sepandina rêziknameyên cil û bergên yasayî yên mecbûrî bigre, heya çavdêriya domdar û şopandina li kolanan bi armanca kontrolkirina laşên jinan, ku dewlet laşên xwe dibîne, gelek pratîkan ji bo jinan hawîrdorek ewlehî-navendî afirandine. Jin li qadên giştî, di veguhestina giştî û li parkan de bi berdewamî rastî rexneyan, tacîza li kolanan û darizandinên exlaqî tên. Wekî din, hebûna zêde ya hêzên ewlehiyê û sepandina yasayê, tebeqeyek din a şîdeta avahîsaziyê ya li dijî jinan pêk tîne. Di vê hawîrdorê de, çalakiyên sivîl, xwendekar û heta yên rojane yên jinan bi tohmetên siyasî û ewlehiyê re rûbirû dimînin; ew rastî girtinên kêfî û zexta psîkolojîk tên.
Rola rejîma komara îslamî ya Îranê ya di hilberandina tundiyê de
Pêkhateya serdest a yasayî, dadwerî û siyasî van hemû tebeqeyên tundiyê, ji malê bigre heta kolan û cihê kar, pesend dike, hildiberîne û ji nû ve hildiberîne. Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ne tenê amûrek ji bo ji nû ve hilberandina van şêweyên tundiyê ye, di heman demê de tevahiya hebûna xwe ya otorîter li ser zordariya sîstematîk, kontrola teqez li ser laşê jinan û sazûmankirina cudakariya zayendî ava kiriye. Yasayên sivîl û cezayî ku li ser bingeha şîrovekirineke hişk a Şerîetê ne, jinan wekî welatiyên pola duyemîn û kesên ku hewceyê wesayeta mêran in pênase dikin. Astengiyên li pêşiya hevberdanê, newekheviyên di lênêrîna zarokan de, pereyên xwînê, şertên şahidiyê û qedexeyên rêwîtiyê bêyî destûra hevjînê amûrên yasayî ne ku serdestiya mêran û saziyên serdest hêsan dikin.
Ji xwepêşandanan ber bi veguherîna avahîsaziyê ve
Komara Îslamî ya Îranê ji hikûmeteke siyasî bêtir e; ew makîneyeke kujer e ku rûmet, azadî û rûmeta mirovan hedef digire û bingeha wê ya faşîst û baviksalar tu nermbûnekê nîşan nade. Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî vê rejîmê divê bi daxwazên reformîst û sembolîk ve sînordar nebe. Armanca dawîn divê hilweşandina tevahî ya vê avahiyê û vekirina rê li ber rizgariya tevahî, berfireh û bê şert û merc a jinan be.
Ji bo gihîştina vê armancê, di şert û mercên hesas ên ku em tê de ne û di nav têkoşînê de ne, erkê dîrokî yê jin, keç û hemû parêzvanên têkoşîna rizgariya jinan li Îran û Kurdistanê ew e ku ji xwepêşandanên demkî derbas bibin û li ser rêyek ku armanca wê veguherîna avahîsaziyê ye, ber bi pêş ve biçin. Pêngava yekem ew e ku rêxistinên jinan ên serbixwe, meclîs û encumenên jinan li taxan, kargehan, zanîngehan û dibistanan, ji kontrola amûrên ewlehiyê azad bên damezrandin, da ku avahiyek alternatîf û hevgirtinek neteweyî bê afirandin.
Divê rêjîmek nû li ser bingeha wekheviya rastîn û azadiya bêkêmasî bê damezrandin
Parêzvanên têkoşîna rizgariya jinan, divê girêdana di navbera otorîterîzma siyasî û kevneşopiyên kevnar de fêm bikin û li dijî her du mekanîzmayên serdestiyê têkoşînek hevdem û berdewam bidin meşandin. Divê ew kolan û qadên giştî bi berfirehkirina berxwedana sivîl, kiryarên biçûk û mezin ên neguhdariyê, dijberiya li hember pêçandina mecbûrî û grevên di sektorên ked û perwerdeyê de veguherînin kelehên berxwedanê.
Girêdana van têkoşînên li Kurdistan, Belûcistan û deverên din ên Îranê bi tevgerên azadiyê re mifteya veguherandina hêrsên belavbûyî bo eniyek yekane ye. Di dawiyê de, bi hilweşîna tevahî ya vê pergala otorîter re, divê rêjîmek nû li ser bingeha wekheviya rastîn û azadiya bêkêmasî bê damezrandin. Rêbazek ku tê de mafê ti dewlet, yasa an mêr tune ku destwerdanê di jiyan, beden an çarenûsa jinekê de bike; rêjîmek ku tê de mirov di aştî û wekheviya bêkêmasî de bêyî ti cudakariya zayendî bijîn.