TJK-E’yê çalakiyên xwe yê 8’ê Adarê eşkere kir

TJK-E’yê diyar kir ku di 8'ê Adarê de wê li dehan bajarên Ewropayê bi dirûşma "Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin" dakevin qadan û bang li hemû jinan kir ku tevlî çalakiyan bibin.

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bernameya xwe ya çalakiyên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Bi baweriya ku sedsala 21'ê bibe sedsala azadiya jinan em 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Di şexsê hevrê Sara, Rojbîn, Ronahî, Evîn û Bîşeng de em hemû şehîdên xwe bi hezkirin bi bîr tînin.

Serdema heyî serdemeke civakî ya ji bilindbûna îradeya jinan a azad e. Lewma gelek girîng e ku ji qada xwecihî ber bi qada gerdûnî ve li ser bingeha polîtîk û îdeolojîk azadiya jinan bê birêxistinkirin, bicihanîn û sazîbûnên hevpar bên avakirin. Li gel têgihîştina li pirsgirêkên azadiya jinê her wiha nîqaşkirina riyên çareseriyê û afirandina qadên hevpar girîng e. Lewma di asta jiyanê de girîng e ku jin ji aliyê siyasî, civakî, çandî, ekolojîk, exlaqî, aborî, xweparastin, dîplomasî, hişmendî û îradeya xwe, xwe bi rêxistin bikin. Ji niha ve dikare bê gotin ku sala têkoşînê ya li pêşiya me wê gelekî bi coş, têr û tijî derbas bibe. Ji ber vê yekê jî em bang li hemû jinan dikin ku tevlî sîstema me ya jinan bibin ku bi keda jinan hatiye avakirin, bi eşq, kelecan û hêviyê bi hev re bimeşin.

‘Misogerkirina tendirustî ewlehî û azadiya Rêber Apo dê bibe temînata destkeftiyên heyî’

Ji bo me jinan, pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka kurd re' pêngaveke stratejîk e. Li dijî polîtîkayên Gladyoyê ku xeleka li dora Rêber Apo bênavber meşandiye, misogerkirina 'tenduristî, ewlekarî û azadiya' Rêber Apo wê bibe temînata destkeftiyên pêvajoya heyî. Lewma em jin dibêjin; 'Azadiya Rêber Apo azadiya jinan e'. Ya ku dawî li sîstema îşkenceyê ya 25 salan bîne, têkoşîna bi pêşengiya me jinan e.

Weke Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) em 8'ê Adara 2024'an bi pêngava 'Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinan ve dimeşin' pêşwazî dikin. Pêngava me di heman demê de soza me ya ji bo pêkanîna sîstema xwe li hemû qadên jiyanê ye.

Bi dirûşma ‘Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinan ve dimeşin' dê di navbera 1 û 10'ê Adarê de li dehan bajarên Ewropayê çalakî werin lidarxistin.

Li gorî vê yekê wê 2'yê Adarê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê û 3'yê Adarê jî li bajarê Parîs ê Fransayê û bajarê Basel ê Swîsreyê konferansên têkoşîna li dijî zayendîperestiyê bi dirûşma 'Zayendîperestî dikuje, têkoşîn azad dike' bên lidarxistin."