‘Tevî cudahiya çandî pirsgirêk û dozên jinan li cîhanê hevbeş in’

Çalakvan Sebah El Obeydî bal kişand têkiliyên di navbera jinên Afrîkaya bakur û jinên Rojhilata Navîn de û got ku tevî cudahiya çandî pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû tên û têkoşîna wan li cîhanê hevbeş in.

IBTÎSAM EXFÎR

Benxazî - Tevî ku di navbera herêmên Afrîkaya bakur û Rojhilata Navîn de cudahiya adet û çandan heye jî, pirsgirêkên jinan wan wek pirek bi hev ve girê dide. Li dijî tengasiyan jin li hev dicivin û rêya çareseriyên nûjen peyda dikin. Sebah El Obeydî yek ji çalakvanên femînîst ên navdar e. Sebah El Obeydî balê dikşîne ser girîngiya pêwendiya hevbeş a di nav her du herêman de. Sebah dibêje jin rola xwe di warê têkoşîna li dijî tundiyê, xurtkirina beşdarên siyasî û avakirina aştiyê de, nîşan dide.

‘Tevî cudahiya çandan pirsgirêka jinan hevbeş e’ 

Sebah El Obeydî ku ew bi rêxistinên herêmî re peywendiyê dimeşîne, destnîşan kir ku di navbera jinên Afrîkaya bakur û Rojhilata Navîn de têkiliyek berbiçav heye û wiha bi lêv kir: “Têkiliyek hevbeş û berbiçav di navbera jinên Afrîkaya bakur û Rojhilata Navîn de heye. Bi taybetî mijarên ku rasterast bandorê li jinan dikin, wek tundî û yasayên kar de. Tevî hebûna cudahiya di adet û çandan de jî, pirsgirêka jinan hevbeş e ku dengê jinan ji bo çareseriyên bi bandor bi dest bixe, dike yek. Tecrubeyên li Afrîkaya bakur ji yên Rojhilata Navîn cuda ne. Em dibînin ku jinên Tûnisê ji jinên Lîbyayê bi hêztir û berxwedêrtir in, ji ber ku tecrubeyên wan cuda ne.”

‘Jin di nava nakokiyan de dijîn’

Sebah el Obeydî bal kişand ser girîngiya hevbendiya herêmî ya di navbera jinan de û wiha pêl da gotinên xwe: “Li Rojhilata Navîn û Afrîkaya bakur hevgirtinek xurt heye. Lê di hin mijaran de nakokî hene. Mînak, dîroka siyasî ye û her welatekî ku di nav jinan de û asta tevlîbûna wan a di wê de, xuya dike. Divê hevbendiya herêmî di nav jinên her du herêman de bê xurtkirin. Nakokî di gotûbêjên ku hatine kirin de hene. Ji ber ku dîroka siyasî ya her welatekî cudatir e. Yasayên xwecihî jî rolek girîng di avakirina van nakokiyan de dilîzin.”

‘Doza me dayîna piştevaniyê ya ji hemû jinan re ye’

Sebah El Obeydî destnîşan kir ku ew piştgirî didin hemû doz û pirsgirêkên jinan tevî cudahiya wan û wiha pêl da gotinên xwe: “Em piştevaniya hemû doz û pirsgirêkên jinan dikin. Ji ber ku doza me yek e, ew jî bidawîkirina zordestiyê ye. Di hevgirtinên ku li ser asta cîhanî ji bo jinan tên çêkirin de, em derbarê pirsgirêkên tundiyê ku jin rûbirû dimîne de, jinên ku nexwedî biryar in û pêwîst e ku jin aştiyê çawa ava bike, nîqaş dikin. Em tu car ferq û cudahî jî nakin navbera jinan, ji ber ku doza me ew e ku li kuderê bin jî destek bidin jinan.”

‘Jin ji şer û pevçûnan para xwe distînin’

Di berdewama gotinên xwe de Sebah El Obeydî diyar kir ku jin herî zêde bandorê ji şer û pevçûnan distînin û wiha pê de çû: “Li Rojhilata Navîn û Afrîkaya bakur jin herî zêde ji şer, pevçûn û aloziyan para xwe digirin. Ji ber ku herî zêde jin bi malbatê re mijûl dibe. Heta, jin di qada siyasî de rastî tundiya rasterast û ne rasterast tê, tevî ku rolek wê ya girîng di avakirina aşîtiyê de heye. Jin di cîhanê de herî zêde di warê civakî, aborî û siyasî de bi bandor dibe û bi koçberiyê re rûbirûyî ye. Li Sûriyê û Îraqê jin bi kiryarên DAIŞ’ê yên wekî kuştin, destavêtin, birçîbûn, koçberkirin, windakirin û heya qirkirinê re jî rû bi rû diman. Em bi îsrar piştevaniya wan jinan dikin.”

‘Însiyatîfên jinan hemû jinan ji dinyayê dicivîne’

Sebah El Obeydî da zanîn ku bi rêya însiyatîfan jin ji hemû dinyayê li hev dicivin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji bo destek bidin jinên li Afrîkaya bakur û başûr û li Rojhilata Navîn, gelek însiyatîf hatin avakirin, jê însiyatîfa ji bo avakirina aşîtiyê û însiyatîfa ji bo piştevaniya jinan a li Beyrûdê hatin lidarxistin. Bi rêya van însiyatîfan jin ji hemû cîhanê li hev kom dibin û yekbûna xwe ava dikin. Em wek jinên ji Afrîkaya bakur û Rojhilata Navîn, xwedî hevgirtinek xurt in. Hevgirtina “Nada”, yek ji hevgirtinên femînîst ên herî xurt e. Avakirina însiyatîfên ji bo avakirina aştiyê gelek girîng e û rola jinê di vê avakirinê de jî gelek girîng e. Ji ber ku ew dikare civakek azad ava bike.”