Talîbanê ên ku li gor ‘qûrala hîcabê’ tevnagerin binçav dikin

Talîban jin û zarokên keç ên ku ‘qûrala hîcabê’ pêknaynin binçav dikin. Hate diyarkirin ku li Kabûlê 13 zarokên keç hatine binçavkirin.

BAHARÎN LEHÎB

Kabûl- Yekineyên girêdayî Wezareta Emirkirina qenciyê Qedexeya Xerabiyê ya Talîbanê ev demeke li bajarên cûda yên Efganistanê dewriye digerin, jin û zarokên keçên ku li gor ‘qûrala hîcabê’ tevnegerin bi zorê dixin erebeyan binçav dikin. Talîban bi van rêbazan hewl dide tirsê bide avakirin.

Di nûçeya di medyaya xwecihî ya Efganistinê de cih girtî; li bajarê Kabûlê 13 zarokên keç ji ber vê yekê hatine binçavkirin. Hêzên bi çek jî li bajarê Kabûlê li gelek cihan xalên kontrole ên ku ava kirine de bi cih bûne. Di xalên kontrolê de erebeyên ku derbas dibin di rawestînin di nava erebeyê de lêpirsîn dikin. Di van xalên kontrolê de hate zanîn ku herî zêde jin tên girtin.

Bi taybet ev pêkanîna li bajarê Kabûlê nêrînên ku ji bo serhildanek nû asteng bike vê yekê pêktînin. Jinên Efgan diyar dikin ku dibînin Talîban ji wan di irsin. Ev pirs kir ku ‘Dema em jî  weke xwîşkên xwe ên Kurd bi çek bûn û weke xwîşkên xwê yên Îranê li beramberî zextan bêdeng nebûn wê rewşa wan çawa be?’ kirin.