TAJÊ banga parastina destkeftiyên jinan kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê komkujiya duyemîn ya Parîsê û êrîşên dewleta tirk li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş berdewamiya herdû komkujiyên li Parîsê ne.

Şengal- Tegera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya salvgera komkujiya duyemîn ya Parîsê ku di 23’ê Kanûna 2022’an de li paytexta Fransa Parîsê li dijî pêşenga Endama Desteya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman di encamê de jiyana xwe ji dest dan daxuyanî da. TAJÊ di daxuyaniya xwe de êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî şermezar kir.

‘Li dijî hemû êrîşan emê tekoşîna xwe dombikin’

TAJÊ pêşenga tekoşîna azadiya jin Evîn Goyî û hevrêyên wê Mîr Perwer û Abdullrahman Kızıl bi bîr anî û wiha got: “Em weke jinên Êzidî li ser şopa pêşengê xeta azadiya jinê xwe bi rêxistin dikin û tekoşînê dimeşînin. Heta ku komkujiya yekem û duyemîn ên li Parîsê neyên ronî kirin û kujer neyên cezakirin wê tekoşîna me berdewam bike.”

‘Dewleta tirk ji bo binketina xwe veşêre êrîş dike’  

TAJÊ di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker û qirker li hemberî destkeftiyên tekoşîna azadiyê û li beramberî yekîtiya xwîşk û biratiya gelan bi piştgiriya hêzên navnetewî di siyaseta xwe ya qirkirinê de bi îsrare. Ji gerîlayên azadiyê derbên giran dixwe. DewletaTirk ji bo binketina xwe ya li beramberî  berxwedana gerîla veşêre serî li her cûre êrîşên qirkirinê dide. Em bêndengiya hêzên navnetewî ya li hemberî êrîşên dewleta tirk şermezar dikin. Ev bêdengî tê wateya hevkariya bi dewleta Tirk re.”

‘Bi zanabûn di roja komkujiya Parîsê de êrîş kirin’

TAJÊ di daxûyaniya xwe  destnîşan kir ku dewleta Tirk a qirker di roja komkujiya dûyemîn a Parîsê de êrîş kir û wiha got: “Ev roj hilbijartin bi zanabûn e. Ev êrîş di heman demê de aciziya dewleta Tirk ya ji ber hilbijartinên parêzgehan e. Ji ber ku planên qirêj ên dewleta Tirk û PDK’ê yê li ser Kerkûrk û Şengalê di van hilbijartinan de vala hatin derxistin. Ev bê tehemûliya dewleta tirk ya li dijî destkeftiyên şoreşa jin û ya gelane, em weke jinên Êzidî tû carî van êrîşan qebûl nakin.”     

TAJÊ di dawiya daxuyaniyê de bal kişand ser êrîş û xeteriyên li dijî destkeftiyên jinan û gelên Bakûr-Rojhilatê Sûriyê û bang li hemû jin, gelên azadîxwaz û yên xwedî wîjdan kir li dijî êrîşên dewleta tirk dengê xwe bilind bikin û piştgiriya şoreşa jinan û gelan bikin.