Êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê didomin: Bi hezaran kes bi birçîbûnê re rûbirû ne

Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 20 hezar û 258. UNICEF’ê, diyar kir ku li Xezayê bi hezaran kes ji xwarinê bêpar in û got: “335 hezar zarokên ji 5 salî biçûktir li ber mirinê ne.”

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê ji 7’ê Cotmehê ve didomin. Li gorî daxuyaniya dawî ya Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê, di êrîşên Îsraîlê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 20 hezar û 258 e, a birîndaran jî 53 hezar û 688 e.

Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser taxa Eş-Şucaiye ya li rojhilatê Xezayê de rojnameger Muhammed Ebu Huveydî jiyana xwe ji dest da, hejmara rojnamegerên ku jiyana xwe ji dest dane jî ji100'î derbas bû.

UNICEF: Asta birçîbûnê êdî rewşa lezgîn e

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) bi daxuyaniyek bal kişand ser rapora IPC’ê û da zanîn ku li Xezayê asta birçîbûnê ketiye qonaxeke bi xeter û bi sedhezaran kes ji xurekê bêpar mane. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Mirov di mercên felaketê de dijîn. Li ser zarokên Xezayê û malbatên wan ji hewayî û bejahî êrîş tên kirin."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser daneyên di raporê de û wiha hat gotin: "Dane nîşan didin ku ger rewş wiha berdewam bike dê 335 zarokên ku ji xwarinê bêpar in bi mirinê re rûbirû bimînin. Di daxuyaniyê de hişyarî hat kirin ku herî kêm 10 hezar zarok di asteke nebaş de ne.

UNRWA: Cihekî bi ewle yê ku mirov biçin tune ye

Dîrektorê Ajansa Alîkariya bi Penaberên Filîstînî ya nêzî NY’yê; (UNRWA) Thomas White, ji ser hesabê dîjîtal ê ajansê parvekirin kir. Thomas Whîte diyar kir ku saziyên Îsraîlê,  Şerîda Xezay”fermana tehliyeyê” li şêniyên Xezayê dike ku biçin Deyr Belahê û 150 hezar kesan ji vê yekê zirarê dîtine û bal kişand ku Îsraîl her dem ji gelê Xezayê dixwaze biçe cihê ku êrîşên hewayî lê hene. Thomas White got: "Kesên li Xezayê mirov in, kevirên li ser textê satrancê nîn in. Jixwe gelek ji wan çend caran ji cihê xwe hatine derxistin. Cihekî ku mirov biçinê tune ye, cihekî bi ewle tune ye."

Wezareta Karên Hundir a Filistînê: Îsraîl nahêle biryarên BMGK’ê werin bicihanîn

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Filistînê ve hat dayîn de bal hat kişandin ku Îsraîlê Şerîda Xezayê ji bo mirovan kiriye “goreke komî” û êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê li dijî sivîlan tên kirin, qirkirin e û hat şermezarkirin. Her wiha hat diyarkirin ku Îsraîl bi van êrîşan meydanê ji raya giştî ya navneteweyî re dixwîne. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku bi êrîşên ji bakur heta başûrê Şerîda Xezayê, bi tunekirina hemû cihên niştecihbûnê; diyar dibe ku Îsraîlê Şerîda Xezayê bi temamî kiriye hedefa xwe.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hikumeta Îsraîlê bi polîtîkaya xwe biryara zagona BMGK'ê ya bi hejmara 2720 asteng dike, ji bo li Şerîda Xezayê şer bi dawî bibe û agirbest pêk were, ji aliyê BMGK'ê ve biryar were girtin, hewldanên navneteweyî zêdetir bibin. Her wiha hişyarî hat kirin ku Îsraîl hewl dide tevahiya Şerîda Xezayê ne tenê ji bo miriyan ji bo kesên dijîn jî veguherîne goreke komî.