Şêniyên Firatê li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan

Şêniyên kantona Firatê li dijî bombebarana dewleta tirk ya ser kantona Cizîrê meşiyan. Jinên ji navçeya Kobanê helwesta ya li hember êrîşan raberkirin û teqezkirin ku ewê sala nû bi berxwedana li dijî dagirkeriyê pêşwazî bikin.

Kobanê- Dewleta tirk duh di seatên êvarê de navçeyên kantona Cizîrê ya herêma Baur û Rojhilatê Sûriyê bi balfeirên şer bombebaran kir. Bombebarana ku li bavçeya Tirbespiyê, gundê Banî Şikeftê ya Dêrîkê û gundewarên kantona Minbicê kir armanc, di encamê de stasyonên petrol û binesaziyên herêmê hatin wêrankirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya kantona Firatê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li dijî bombebarana dewleta tirk ku ji duh ve destpê kir meş birêxistinkir. Di meşê de bi sedan şêniyên Kobanê, xwendekarên Zaîngeha Kobanê, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, TEV-DEM, Kongreya Star, ciwan, Hîlala Zêrîn û TEV-ÇAND amede bûn. Girse li qada şehîd Egîd kombû û bi berzkirina siloganên “Berxwedan jiyane” û “Bijî berxwedana Cizîrê” dest bi meşê kirin û li qada Jina Azad rawestiya.

 Paşê hevserokê encûmena Cîbicîkar yê kantona Firatê Mihemed Şahîn axivî. Mihemd Şahîn da diyarkirin ku armanca êrîşan tunekirina şoreşê ye û ewê bi berxwedana li dijî faşîzmê sala 2023’an bi dawî bikin.

Meş bi silavkirina berxwedana gel ya li hember bombebaranê bi dawî bû.

Jinên ku di meşê de cih girtin, bertekên xwe yên tund ji me re parve kirin.

‘Em natirsin, ji bo jiyanek bi rûmet amade ne’

Fatma Ismayîl ku bi hêrseke mezin helwesta bilêv kir, wiha got: “Dewleta tirk careke din herêmên me bi balefirên şer bombebaran kir. Êrîşên dewleta tirk pilaneke navdewletî ye ku tenê Tirkiyê nîşan didin, lê em dizanin destê hemû hêzên hegemon di nav de heye. Em îroj li ser axa xwe ku mafê me yê herî rewa jiyankirin e, dijîn. Weke dayîkeke ji Kobanê vê dibêjim; me çawa di warê berxwedanê de êrîşa çeteyên DAIŞ ya bi perspektîfa dewleta tirk şikand û ew çete tune kir, emê careke din dagirkeriyê jî têk bibin. Hedefgirtina binesaziya herêmên me ji bo me ne xem e, me biryara xwe bi xwîna zarokên xwe û şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê re daye. Em ji balafir, top û tangên Erdogan natirsin, dara azadiyê bi xwînê şîn dibe û em jî ji bo mirineke bi rûmet amede ne. Êdî dem hatiye ku serhildaneke Kurdistanî were destpêkirin, êdî yan mirin yan jî Kurdistaneke azad.”

‘Em şoreşa jin ji hemû êrîşan biparêzin’

Her wiha Bakîre Sencar wiha got: “Li dijî hemû cureyên êrîşên dewleta tirk em daketin qadan. Dewleta tirk û rêjîma Sûriyê li aliyekî herêmên dorpêç dikin û li aliyekî gelê me dike armanca bombebaran xwe. Weke jin em van êrîşên, weke tune kirina şoreşa jin digirin dest. Bi salan e em ked didin û xebat dikin ku me bi dehan destkeftiyên jin avakirin. Lewra bi taybet emê vê şoreşê ji hemû êrîşan biparêzin û nehêlin ku dewleta tirk derbe li me bide. Ji bo vê em li ser piyan in û emê tu carî teslîm nebin. Moral û coşa me bilind e, derketina me ya qadan û berzkirina silogana “Berxwedan jiyane” biryar û têkoşîna me jî teqez dike.”