ÎHD: Tu serketinek ê şer nîne, aştî a niha

ÎHD daxuyaniya xwe a derbarê oparasyonên Tirkiye yên leşkerî li ser xaka Başûrê Kurdistanê got: “Tu serketinek ê şer nîne, Aştî a niha.”

Navenda Nûçeyan- Navenda Giştî a  Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) derbarê oparasyona leşkerî a dewleta Tirk a bi navê Pençe- Kilit li ser xaka Başûrê Kurdistanê li herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Xakûrkê dayî meşandin daxûyanî da. Di daxuyaniya ku bi sernavê ‘Tu serketinek ê şer nîne, Aştî a niha!’ wiha hate gotin: “Di oparasyonên ku li ser xaka Başûrê Kurdistanê a Îraqê tê meşandin di nava dû rojên dawî de nûçeyên hêjmarek zêde a miriyan tê. Weke ÎHD bi salane em tînin ziman ku pirsgirêka Kurd bi polîtakayên aştiyane dikare were çareserkirin.”

‘Bêyî ku dem windabikin divê hemû li ser çareseriya aştiyane tişta dikeve ser milê bike’

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Divê bi armanca ji bo pêşî lêgirtina mirinan û avakirina aştiya civakê partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, sendîkayên karker û kedkar demil dest helwesatên xwe nîşan bide. Polîtakayên ewlehiyê û îsrara şer, dibe sedemê pêşketina nijadperestiyê û ev rewş her ku diçe metirsîdartir dibe. Divê bêyî ku dem were windakirin hemû kes û sazî li ser çareseriya aştiyane bi fikirin. Aştî a niha!”

Şerek dijwar di 22-23’ê Kanunê de li Herêma Zap, Avaşîn, Metîna û Xakûrkê ku li herêma Başûrê Kurdistanê ye hate jiyan kirin. Wezareta Parastina Tirkiye ragihand ku di şerê 22’ê Kanunê de li Xakûrkê 6 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 7 leşker jî birindar bûne. Di 24’ê Kanûnê de li Metîna şer derket hate eşkere kirin ku divî şerî de 6 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 6 leşker jî birindar bûne.