Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evînê tê girtin

Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evîn ya Tahranê tê girtin.

Navenda Nûçeyan – Endama Komela Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî (Ciwana Sine) 1’ê Tebaxê li bajarê Sine yê Rojhilat ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat revandin û binçavkirin. Hate diyarkirin ku Werîşe Muradî ku nêzî 70 roj in agahî jê nayê girtin, li Girtîgeha Sane ya Senedajê hatiye ragirtin û rastî îşkenceyê hatiye.

Malbatê tenê carekê karî bibîne

Li gora daxuyaniya Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê Werîşe Mûradî di meha Tebaxê de şandine girtîegha Evînê a li Tahrana paytexta Îranê. Di daxuayniyê de hate diyarkirin ku divê demê de Werîşe Mûradî tenê carekê kariye malbata xwe bibîne û destur nayê dayîn bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Endama KJAR’ê Werîşe piştî hate binçavkirin, biribûn îdareya Îtalat ya li Sine û nêzî du heftiyan hatiye êşkence kirin. Di dawiya meha Tebaxê de Werîşe Mûradî ji Sine veguhestine girtîgeha Êvîn a li Tahranê. Ajansa Bêtawan ya ser bi Wezareta Îtalat ya Îranê, di 8’ê Cotmehê de nûçeya girtina 3 kesan belavkir. Di nava wan 3 kesan de Werîşe Mûradî jî hebû, li gor nûçeya ajansê her 3 kesên hatine girtin, endamên PJAK’ê ne.”