Sara Reza: Li ser şopa Sakîne û Evîn em ê têkoşînê bilind bikin

Endama Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê Sara Reza di salvegera Duyemîn Komkujiya Parîsê de Evîn Goyî bibîr anî û got, “Em ê li ser riya şehîdan bimeşin û têkoşîna wan bilind bikin.”

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî - Di 23’ê Kanûna 2022’an de li paytexta Fransa Parîsê li dijî pêşenga Endama Desteya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî) , hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman Kizil êrişek çekdarî pek hat û di encamê de jiyana xwe ji dest dan. Digel salekê li ser buyerê re derbas dibe lê hîna jî kiryarên bûyerê ne hatine diyarkirin û darizandin. Endama Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê Sara Reza ya derbarê komkujiyê de axivî, bal kişand polîtîkayên dewleta Tirk a li dijî jinên pêşeng û got: “Em ê li ser rê û rêbazên şehîdan têkoşîna xwe berdewam bikin û em ê li ser rêya şehîdan bimeşin.”

Sara Reza di destpêka axaftina xwe de Evîn Goyî û kesên pê re hatine qetilkirin bibîr anî û wiha got: “Evîn Goyî ev çend sale kar û xebat dide meşandin. Dema ku li Rojavayê Kurdistanê birîndar dibe ji bo derbankirinê diçe Parîsê. Lê belê mixabin dijminê me hertim kar dike, li her cihê ku jinek azad û xwedî îrade û pêşeng hebe, dike hedef.”

‘Em ê li ser riya wan têbikoşin’

Sara Reza destnîşan kir ku di dema Evîn Goyî û hevalên xwe amadekarî ji bo salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz û hevalên wê dikir, ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Sara Rêzan wiha got: “Em her tim dibînin dijmin ji jinên pêşengê mîna Sakîne Cansiz, Evîn Goyî û Nagîhan Akarsel ku jinan hişyar dikirin ditirsiyan û qetilkirin. Divê beriya her tiştî dewletên serdest û navdewletî kujerên Sakîne Cansîz, Evîn Goyî di demek zûtir de werin darizandin. Divê xwedî li jinên pêşeng derbikevin. Divê em hemû jin yek deng bin, ji ber bi rêxistina jinan ev komplo hate puçkirin, ev erk li ser milê jina ne. Em ê li ser rê û rêbazên şehîdan têkoşîna xwe berdewam bikin û li ser rêya şehîdan bimeşin.”