Simaqa çiyayên Çewligê ji bo jinan bûye riya debarê

Remziye Kaya ya ku bi simaqa ji çiyayên Çewligê berhev dike debara xwe dike got: “Her merheleya berhevkirina simaqê kedê dixwaze. Em ji nîmetên axê sûdê digrin.”

Çewlig- Li Çewliga ku daristanên wê bi hinceta operasyonên leşkerî hatine texrîbkirin, xweza bi giyanên ku li her derê derê şîn bûne, xwe nû dike. Simaq jî yek ji wan berheman e ku li çiyayê Çewligê şîn dibe û bûye çavkaniya deberê.

Li Çewligê jin, her sal di mahên Tebax û Îlonê de ji bo berhevkirina simaqê berê xwe didin çiyayan. Jinên ku di saetên serê sibehê de berê xwe didin çiyayan, simaqa ku berhev dikin li ber tavê zuha dikin dûre jî li bijingê dixin û dikin torbeyan. Simaq piştî ku tê kutandin, ji bo firotanê tê amadekirin.

Kedeke mezin dixwaze’

Remziye Kaya ya li gundê Çewligê Îkîzgolê dijî bi simaqê debara xwe dike. Remziye Kaya diyar dike ku her dema simaqê kedeke mezin dixwaze, heta meha Îlonê li çiyayan heye û da zanîn ku feydeyên simaqê zêde ne û wiha domand: “Ji ber ku mirov dixe ser xwarinê jî hem tama wê xweş dike hem jî derman e. Em bi her awayî simaqê bi kar tînin. Piştî ku em berhev dikin û ji bo firotanê paqij dikin, ji bo bajarên din em difroşin. Jinên gund jî vî karî dikin. Em hinek ji xwe re hildidin ê ku zêde jî dimîne difiroşin. Em her sal vî karî dikin. Ji bo me hem baş e hem jî em ji nîmetên axê sûdê digrin û bi pereyê wê jî em pêdiviyên xwe bi cih tînin.”