Li Silêmaniyê di 6 mehan de 15 jin hatin qetilkirin

Dadgeha Silêmanî ragihand ku di şeş mehên destpêkê yên sala 2023’an de 56 qetilkirin û xwekuştinê pêk hatine ku 41 ji wan mêr û 15 ji wan jin e.

Navenda Nûçeyan- Buroya Mafên Mirovan a Silêmanî li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federal a Kurdistanê, di çarçoveya Plansaziya Stratejîk a Desteya Rêveber a Mafên Mirovan de, li ser zêdebûna bûyerên qetilkirinê panelek lidar xist. Serokê Dadgeha Bilind a Serbixwe ya Silêmaniyê, derûnnas û dadwer beşdarî panelê bûn.

Li gorî daneyên Dadgeha Silêmanî ya sala 2022 û şeş mehên destpêkê yên sala 2023; Di sala 2022’an de 63 bûyerên xwekuştin û kuştinê çêbûne. Di şeş mehên destpêkê yên sala 2023’an de li navenda bajarê Silêmanî 56 bûyerên xwekuştin û qetilkirin pêk hatine. 41 ji wan mêr bûn. 15 jin hatin qetilkirin.

Di panelê de Serdozgerê Giştî yê Silêmaniyê Selah Letîf axivî û diyar kir ku sedemên sereke yên zêdebûna bûyerên qetilkirin û xwekuştinê pirsgirêkên civakî, bêhesasiya rêveberan, aborî û bikaranîna medyaya dijîtal in. Selah Letîf her wiha bal kişand ser wê yekê ku civaka Kurd efûkirina sûcdaran bi rêya lihevkirina civakî bêyî ku bên dadgehkirin, bûye sedema zêdebûna daneyan.

Rexne li rojnamevanan

Serokê Dadgeha Asliye ya Silêmaniyê Omer Ehmed di panelê de axivî û rexne li rojnamevanan girt û got:

“Rêxistinên çapemeniyê berî darazê xwe digihînin sûcdaran. Rojnameger bi awayekî bêberpirsiyarî bi gumanbarên qetilkirinê re têkilî datînin. Bi vî awayî saziyên çapemeniyê xwe dixin şuna dadgehê û di bernameyan de sûcdaran dikin mêvan. Ev rewş dibe sedem ku sûcdar kesên ku qetildikin sûcdar bikin, bi vî awayî sûcên xwe rewa bikin û hewl bidin ku neyên cezakirin. Divê hikûmeta Kurdistanê li hember nêzîkatiya çapemeniya ku sûcdaran bi vî rengî diparêze hişyar be û saziyên çapemeniyê yên bi vî rengî nêz dibin ceza bike.”