Komîteya Tendirustî ya Kongra Star perwerdeya tendirustiyê dide jinan

Komîteya Tendirustî ya Kongra Star ji bo jinan dewreyê perwerdê ya tenduristiyê li dar dixe. Beşdarên perwerdeya tendirustiyê gotin; “Armanca me ya sereke pêşxistina tiba xwezayî ye.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Bi armanca pêşxistina jinan û naskirina dîroka wan di qada tendirustiyê de Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star a Kantona Hesekê dewreyek perwerdeyê ya bi navê Şehîd Avaşîn Hesekê ji bo 15 rojan vekir. Di dewreyan de 17 jin ji saziyên civaka sivîl, endamên asayîşê û komîteya tendirustiyê ya bajarê Hesekê cih girtin. Waneyên ku tên dayîn bi giştî li ser dîroka jinan di qada tendirustiyê de û girîngiya tiba xwezayî ne.

Hesîna Mûsa Mihemed bi nasnav Avaşîn Hesekê, yek ji damezrînerên Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) e ku ji destpêka şoreşê ve cihê xwe di qada leşkerî de girt. Ji bo parastina xaka xwe di gelek hemleyan de cih girt. Avaşîn Hesekê a ku bandorê li gelek jinan kir ku tevli nava YPJ’ê bibin di 27’ê Tirmeha 2023’an bi 3 hevrêyên xwe di encama qezayek de jiyana xwe ji dest da. Bi şehadeta wê jî gelek jin bi bandor bûn û ji bo şopandina riya wê tevli nava refên YPJ’ê bûn.

‘Armanca me ew e ku civakek saxlem û bi tendirust ava bikin’

Rêvberiya Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star a Kantona Hesekê Rîhab Ehmed derbarê perwerdeya tê dayîn de wiha got: “Dewreya Şehîd Avaşîn Hesekê yek ji dewreyên girîng di pêşxistina zanista jinan di qada tendirustiyê de ye. Ev dewre tê de jin rastiya xwe nas dike, di civaka xwezayî de kê tiba xwezayî afirand? Jin çawa bûn wê demê û çi bi serê wan ve hat heya gihîştin vê astê û em ê çawa dîroka ku jin tê de bijîşk bûn zindî bikin û civaka xwe li ser wê bingehê ava bikin. Dema ku jin dîroka xwe bizanibin wê bi pêş bikevin. Mirovên bê dîrok bi helandin û êrşan re rûbibû ye ji bo wê naskirina dîrokê pir girîng e bi taybetî ji bo jinan. Ji bo wê jî me ev dewre vekir da ku em dîroka jinan di qada tendirustiyê bidin nasîn û zindî bikin.”

Rîhab Ehmed wiha axaftina xwe berdewam kir: “Eger em vegerin civaka xwezayî em ê bibînin ên ku tiba xwezayî afirand jin in. Jin ji bo keşifkirina vê tibê û ji bo civaka xwe ji nexweşiyan biparêze gelek giha li ser xwe tecrube kir heta ku gihîşt asta bijîşkiyê. Gelek jinan bi vî rengî jiyana xwe ji dest dan. Lê mixabin niha em dibînin tiba xwezayî kêm bûye, tenê li gel dapîrên xwe em dibînin. Her kesê berê xwe daye pêşketina teknolojî û dermanên ku niha pêş ketine û emeliyatan. Em dixwazin civaka me vegere ser xwezaya xwe. Tiştên xwezayî bi kar bîne. Eger ne wisa be zehmet e civakek bi tendirust were avakirin. Armanca me ew e ku em civakê bigihîjînin asteke saxlem a bi tendirust.”

‘Li hemberî siyaseta dijberî jinan, zindîkirina dîrokê bersiv e’

Endama komîteya Jin a Kongra Star Nicme Ebid Şêxo teqez kir ku dewreya perwerdeyê ya Avaşîn Hesekê pir dewlemend û bi sûd e û wiha got: “Bi giştî perwerde ji bo me girîng e lê ev dewre pir zengîn e. Me gelek tiştan sûd girt, di xwezayê de gelek giha hene bi sûd in û ji bo nexweşiyan derman in. Di vê perwerdeyê em hînê dîroka xwe bûn ku çawa jinan tiba xwezayî keşif kirin. Ji bo wê niha erka me ye ku em wê kedê li erdê nehêlin. Kedeke wisa ye ku ji bo civakeki tendurist were avakirin pêwîst e em pir xwedî lê derbikevin û wê ked û çandê bidomînin, zindî bikin. Hêzên desthilatdar berhemên jinan tune dikin li hemberî van siyasetan zindîkirina dîroka ku jin tê de bijîşk bûn beriva herî xurt e.”