Jinên ji Kobanê li dijî êrişan bang kirin

Jinên ji kantona Kobanê bi boneya 1’ê Îlonê ya Roja Aştî ya Cîhanî bal kişandin êrişên dewleta Tirk ku piştî li heremê têkçûna DAIŞ’ê bi zêdebûnê berdewam kir û banga hişyarbûnê li raya giştî ya cîhanê kirin.

BEYDA OSMAN

Kobanê - Di şerê cîhanî yê duyemîn ê di sala 1939-1945’an de ku bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, ji aliyên Neteweyên Yekbûyî ve di 21'ê Îlonê de agirbest hat îlankirin. Lê piştî wê di sala 1981'ê de Konseya Ewropayê ya Neteweyên yekbûyî 1'ê Îlonê weke roja aştiya cîhanî îlan kirin.  Jinên ji kantona Kobanê ya Herema Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 1’ê Îlonê nêrînên xwe anîn ziman.

Jinan bal kişandin êrişên dewleta Tirk ê li ser heremê ku piştî têkçûna DAIŞ’ê li heremê zêde bû, anîn ziman ku divê bêdengiya raya giştî ya cîhanî ya li hemberî êrîşan bê şikandin. 

'Li cihê aştiyê li Rojhilata Navîn qetilam didomin'

Berpirsyara mala jinan a herêma Firatê Semîra Mihemed Elî teqez kir ku roja aştiyê ya cîhanê xwedî wateyeke gelek girîng e lê ew ne di wê ferqê de ne ji ber ku aştiyê najîn û wiha anî ziman: "Ji bo her kesê ev roj pîroz e. Jiyana dûrî şêwazên şer, îşkence û bi aramî ji bo civakan hebe ev roj dikare bi kêfxweşî wer pîrozkirin. Ev dîrok ji bo her kesê bi wate ye, di nava xwe de hemû rengên aştiyê dihewîne. Dema behsa aştiyê bikin divê aramiya hundir û derve hebe bi wê yekê aştî pêkan e.”

'Li hemberî êrîşan bêdeng man’

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya herêma Firatê Hedle Hesen jî diyar kir ku di roja aştiyê ya cîhanê de divê mirov bi aramî bijîn û wiha dest bi axaftina xwe kir: “1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya cîhanî ye dema ku behsa vê rojê tê kirin ew aştiya ku li cîhanê heye tê bîra mirov. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi êrişên dewleta Tirk mafên mirovan tên binpêkirin tiştekî bi navê  aştiyê nemaye. Dema ku çeteyên DAIŞ'ê bi destên dewleta tirk hêza xwe mezin kirin û êrîş kirin, qada navnetewî bê helwest man.”

Hedle Hesen anî ziman ku mafê her zarokê heye bi aştî biçe dibistanê û lîstokên xwe bilîze, mafên jinan jî heye ku behsa maf û azadiya xwe bikin, da zanîn ku bi êrişên li ser heremê maf û azadiya gelan tê binpêkirin. Hedle Hesen wiha domand: “Gelê kurd li Rojava li ser axa xwe dijî lê dewleta tirk bi her cureyê êrîş dike ev jî tê xuyakirin ku tiştekî navê xwe aştî nîn e. Li gel me, her kes xwedî maf e bi ziman, çand û kevneşopiyên xwe dijî lê dema ku mijar dibe Kurd maf tên çewisandin û şerê taybet li ser ciwanên me didin meşandin da ku dev ji welatê xwe berdin û berê xwe bidin welatên din.” Hedle Hesen di dawiya axaftina xwe de bang li raya giştî ya cîhanê kir ku li hemberî bê mafî û êrişên li ser heremê tê kirin bêdeng nemînin.