Ji bo jinên ku li Kirmaşanê tenê dijîn xanî nayên dayîn

H.G.ya ku ji ber li Kirmaşanê bi tena serê xwe dijî, rastî tundiya devkî ji aliyê xwediyên xaniyan ve hat dibêje: “Ez neçar dimînim ku tişta mafê min e bi zorê bixwazim. Ez naxwazim bi gotinên “Tu jin î” werim astengkirin.”

JUAN KERAMÎ

Kirmaşan– Li Îranê ku roj bi roj mafên jinan tên desteserkirin, bi qanûn û cezayên nû yên ku derxistine qada jiyanê ji jinan re nahêlin, jin bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li ber xwe didin. Nêzîkatiya mêrsalarî ya dewleta Îranê jî rê li ber zîhniyeta mêr û nêzîkatiyên qirêj ên civakê vedike. Jinên ku bi tena serê xwe li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê dijîn, di peydakirina xaniyên kirê de zehmetiyan dikşînin. Hin mal û milkên ku bi hinceta “cîran naxwazin” xaniyan bi kirê bidin jinên ku bi tena serê xwe dijîn, carna jî rastî îstîsmara zayendî yan jî devkî tên.

‘Ez daxwaza mafên xwe dikim’

Ji jinên ku di peydakirina malên kirê de zehmetiyan dikşînin, H.G.dema li xaniyek ji bo kirêkirinê digeriya li ser pirsgirêkên ku pê re rû bi rû mane axivî û pirsî ka çima jinên bi tena serê xwe nikarin xaniyek kirê bikin. H.G. anî ziman ku jinên bi tena serê xwe dijîn bi hinceta ku cîran naxwazin mal nayên dayîn û wiha got: “Carna ez neçar im ji bo mafên xwe yê mirovî parsekiyê bikim. Divê ez ji bo malê parsek bikim û rûmeta mirov xera bibe”

‘Ez gelek caran hatim tacîzkirin’

H.G. anî ziman ku yek ji pirsgirêkên ku wê di xaniyên kirê de dîtiye, tacîza zayendî û devkî ya şêwirmendên sîteyan an jî xwediyên xaniyan e û got:

“Ez gelek caran rastî tacîza devkî û gotinên êrîşkar hatim. Lewma jî car caran ez malê ji nêz ve nabînim û nasekî xwe an jî birayê xwe dişînim. Dema ez telefon jî dikim bi devkî îstîsmar li min tê kirin. Mînak bi awayekî nepenî dibêjin ‘heke hûn bixwazin hûn dikarin kêmtir kirê bidin.’ An jî dibêjin ew dikarin bihayê kirê kêm bikin. Eşkere ye ku li pişt van pêşniyaran bi rastî daxwazek qirêj heye. Bi rastî jî jinê weke metayekê dibînin û li gorî wê nirx didinê. Bi rastî jî gelek caran firoşyar an jî xwedan xaniyan piştî lê gerîna min dest bi şandina nivîsan, gotinên ne guncaw û pirsên min dikin, ku ev yek binpêkirina mehremiyeta min e û şêweyek ya tacîzê ye.”

‘Bihayê xaniyên kirê bi rêjeyeke zêde zêde bûye’

H.G. anî ziman ku ji ber şert û mercên bazara azad zêdebûna buhayê xaniyên kirê li zehmetiyan li jinan dike û got: “Zext li kirêdarên ku nikarin kirêya giran bidin, tê kirin. Piraniya jinên ku bi tena serê xwe dijîn nikarin van kirêyên giran bidin. Ev yek ji pirsgirêkên ku em pê re rû bi rû ne. Dema ku ez ji kirêdaran re dipirsim ka xaniyên wan ên kirê hene, ew dipirsin ‘Hûn dixwazin çiqas kirê bidin?’ Bi bihayê ku min got, dibêjin, ‘Hûn bi vî bihayê cihê mirîşkan jî nabînin!’ Ev pirsgirêk li bajarên piçûk bi lez zêde dibe.”

‘Ez tercîh dikim bi tenê bijîm’

H.G. anî ziman ku hin caran ji bo xaniyek peyda bike diviyabû pereyekî zêde bidaya û wiha got: “Hevalekî min ji ber ku xaniyek peyda nekir neçar ma hemû tiştên xwe bar bike mala malbata xwe. Ew neçar ma ku demek dirêj bi malbata xwe re bijî heya ku di dawiyê de malek peyda kir. Pirsgirêka malê wêrekiya jinan dişkîne. Jinên ku vedigerin ba malbatên xwe carna bêyî daxwaza xwe tên zewicandin.”

H.G diyar kir ku ew ê bi tena serê xwe bijî, bi gotina “tu jinî” dê li hemberî astengiyên li pêşiya wê têbikoşe û wiha got: “Min ev rê hilbijart û ez nahêlim kes rê li ber vê bigire.”