‘Qûtkirina avê bandorekî neyînî li ser çandiniyê dike’

Hevseroka Desteya çandinî û avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Leyla Saroxan teqez kir ku dewleta Tirk bi qutkirina avê berhemên 4 werzên sale dişewitîne û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku li dijî kiryar û sûcên li ser xwezayê pêk tên derkevin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ava çemê Feratê ya ber bi Rojavayê Kurdistanê ango Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê ve diherike kêm dike li herêmê nexweşî, krîza di warê çandinî û tendustriyê de her roj zêdetir dibin. Li herêmê ji bo kêmkirina avê gelek îstasyonên avê betal bûne. Ji ber kêmkirina avê herî zêde cotkar zirarên mezin dibînin. Li herêmê pirsgirêka cotkaran ne tenê kêmkirina avê ye. Dema behsa çandiniyê tê kirin behsa 4 werzên salê jî tê kirin qutkirina avê şerekî li dijî gerdûnê ye. Dewleta Tirk ji aliyekî ve ava çemê Firatê kêm dike, ji aliyê din ve ji destpêka krîza Sûriyeyê ve ava Xabûrê qut kiriye û li gorî berjewendiyên xwe dide meşandin.

Li gorî peymana ku di navbera Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê de di sala 1987'an da hat îmzekirin divê Tirkiye di saniyeyê de 500 metrekûp avê berde. Lê di saniyeyê de 200 metrekûp av tê berdan. Hevseroka Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Leyla Saroxan der barê mijarê de ji ajansa me re nirxand.

‘Li ser berhemên 4 werzê salê xeteriyek heye’

Leyla Saroxan teqez kir ku rewşa çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeter e û wiha anî ziman: “Dema em behsa çandiniyê dikin, behsa 4 werzên salê û berhemên ku di 4 werzên salê de derdikevin, dikin. Rewşa çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di xeteriyê de ye û ger ev rewş berdewam bike em ê ber bi karesetê ve biçin. Ev çend sal zuhayî ye û di aliyê din de dewleta Tirk ava Firatê kêm kiriye lewma bandorek mezin li ser berhemên 4 werzên salê û xwezayê bi giştî dikin. Heya em dikarin bibêjin ku bilindbûna rêjeya germahiyê sedemên wê ne ji ber xweza hişk dibe, dar tên birîn, şewitandin û çandinî kêm dibe, av jî her ku diçe kêmtir dibe.”

‘Dewleta Tirk peymana 1987’an binpê dike’

Leyla Saroxan wiha axaftina xwe berdewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker li gorî peymana ku di navbera Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê de di sala 1987'an da hat îmzekirin divê Tirkiye di saniyeyê de 500 metrekûp avê berde. Lê di saniyeyê de 200 metrekûp av tê berdan. Dewleta Tirk peymanê binpê dike û para Sûriyeyê ji avê nadê. Ji ber wê bandorek pir neyînî li ser çandiniyê dike û gelek qenalên avê ji xizmetê derketine. Eger em bêjin em berê xwe bidin kolandina bîran ev jî ne çareserî ye ji ber ku ava bin eredê rêjeya wê daketiye ji ber nebarîna baranê. Her kes jî dizane ku kolana bîran bi pîvan e ger pîvan derbas bibe ew ê xeteriya wê jî hebe.”

‘Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çandiniyê aboriya xwe bi pêş dixe’

Leyla Saroxan bal kişand ser rewşa herêmê ku bi milyonan kes debara xwe bi çandiniyê dikin û wiha got: “Em dikarin bibêjin ji sedî 70 xelkê herêmê bi cotkarî ango çandiniyê debara jiyana xwe dikin. Çandinî aboriya me jî baş dike. Di krîza Sûriyeyê de 10 sal e me bi riya zîraetê alîkariyê da şêniyên herêmê. Lê îsal em ketine nava krîzek pir mezin. Nebarîna baranê bandoreke neyînî kir. Piraniya zeviyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên çandiniyê ne û pêdiviya van zeviyan bi avdanê heye. Ji bo gelê me demsala çandiniyê û xebatê ye.”

‘Ji dema ku dengê xumxuma Xabûr qut bûye ve krîz derketin pêş’

Leyla Saroxan wiha behsa herêma Cizîrê kir: “Herêma Cizîrê bi pêşxistina çandiniyê tê naskirin genim, bexçeyên zebzeyan, ceh û hwd. lê mixabin îro dema em li çemê Xabûr mêze dikin, dibînin ew çem bûye rê ji bo wesayîd û mirovan. Xeta Hesekê- Til Temirê beriya aloziyê bi şînahî, bexçeyên mezin ên fêkî û zebzeyan dihat xemilandin lê ji ber qutkirina ava Xabûrê ew rê zuha bûye, dar hişk bûne, bexçe kêm bûne. Ji dema ku dengê xumxuma Xabûr qut bûye ve heta niha rewşa çandiniyê li wê herêmê lawaz bûye û ber bi xeteriyê ve diçe. Niha hemûyan bîr kolane lê ava wan kêm bûye û ev kêmbûn xeterê nîşan dide.

‘Armanc têkbirina hevgirtina gelan û projeya Netewa Demokratîk e’

Leyla Saroxan di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Tişta ji destên me tê bang e. Saziyên mirovî yên navdewletî ji li hemberî dewleta Tirkiyeyê bêdeng in. Em vê bêdengiya wan jî rexne dikin. Banga me  ji gelê me re ev e; dema em van zadên we dikirin ne bi çavên bazirganiyê dikirin, em ji bo we dikirin. Em di rewşek awarte de derbas dibin. Divê gelê me destên xwe bide destên me da ku em vê rewşa awarte ji ser xwe biavêjin. Ji ber ku di her alî de li dijî hevgirtin û projeya me êrîş hene û qutkirina avê yek ji planên têkbirina projeya me ye."