Sempozyuma diyalogê ya ji bo rakirina şîdeta li dijî jinan û mafên zarokan

Komîteya Jinan a Meclisa Gel a Hecînê di 8'ê Tebaxê de Sempozyuma diyalogê bi navê "Mafên Zarokan û şîdeta li dijî jinan" li dar xist. Nûnerên saziyên sivîl û meclisên xwecihî li gundewarên rojhilatê Dêr EL-Zor li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hejmarek ji rûniştvanên herêmê beşdar bûn.

ZEYNEB XELÎF
Dêr EL-Zor – Di sempozyumê de ji Komîteya Jinan a li Meclisa Gel a Hecînê Khitam Haddou qala mafên zarokan û şîdeta li dijî jinan kir û got: "Pêdivî heye ku zarok bi wekhevî, rêz û rûmet werin dermankirin. Ji ber ku ew pêşeroj û nifşên siberojê ne, ji ber ku ew mirov in û ji dayikbûna xwe ve xwedî maf û azadiyên bingehîn in." 
"Jin bingeha civakê ne"
Hecînê Khitam wiha li gotinên xwe zêde kir û got: "Şîdeta li ser jinan yek ji binpêkirinên herî zêde ye. Di tevahiya dîrokê de mafên mirovan hatine binpêkirin, ew ne tenê di serdema me de çêbû, berevajî belayek civakî ye ku li ser axa hemû welatên cîhanê rabûye û divê were rakirin ji ber ku jin bingeha civakê ne."
Hevseroka Şaredariya Gel a Hecînê Ehed El-Merkez li ser cureyên şîdeta nava malê axivî û wiha got: “Gelek şêweyên şîdeta nava malê heneç. Şîdeta fizîkî bikaranîna hêzê ye wek lêdan, girtina di odeyên tarî de yan wezîfekirina ji bo karekî dijwar ên ne li gorî kes. Şîdeta psîkolojîk ew bi zanebûn heqaretê li kesekî dike, çi bi tenê be çi jî li ber çavên mirovan be ku dihêle mirov piştî bihîstina nifir, axaftinek bi êş û qîrînê kêm dibîne. Şîdeta aborî kesê ku şîdeta aborî dike wekî amûrek zextê dike li ser kes ku pêdiviya wan bi pere heye wek zarokên ku di firoşgehan de dixebitin, an jinên li cihên kar."
Der barê çareserî û dermankirinê de jî got: "Belavkirina hişmendiyê di nav endamên civakê de û ji wan re agahdariya der barê şîdetê de, mebestên wê û awayên danûstendina bi destdirêjkaran re û mezinkirina olî ya rast xalên herî girîng in ji bo astengkirina diyardeyê." 
Bi çend pirsên ji beşdaran kir li ser sedemên şîdetê, bandorên wê yên neyînî û çareseriyên pêşniyarkirî ji bo bidawîkirina wê hatin kirin.
"Şert û mercên jiyanî û aborî yek ji sedemên şîdetê ne"
Şert û mercên jiyanî û aborî yên ku ew dikişînin yek ji sedemên şîdetê ne û wan daxwaz kir ku berdewamî bi organîzekirina ders û sempozyuman û derxistina qanûnan ji bo nehiştina diyardeyê, ji bilî vekirina dewreyên hişyariyê ji bo perwerdekirina malbat û civakê.
Li ser sedemên lidarxistina sempozyumê di vê demê de û girîngiya wê, hevseroka Rêveberiya Çandiniyê ya Hecînê Amna El-Selîm ji ajansa me re got: "Demek berê jinek û zarokê wê ji hêla hevjînê xwe ve rastî şîdetê hatin. Ev bûyer ne tenê yek e, lê belê zêde belav bûye.
Der barê ancamên sempozyumê de wiha got: "Pirs û nîqaş hatin kirin ku bi rêya wan me sedemên şîdeta li herêmê teşhîs kir, ya herî girîng jî belavbûna nezaniya ji ber şer bû."
Her wiha destnîşan kir ku beşek mezin ji gelên herêmê derfetên kar nagirin û diyardeya zewaca di temenê biçûk de bûye sedema zêdebûna şîdeta li ser jinan.
“Divê ji bo jin û zarokan semînerên perwerdeyê werin dayîn”
Amina Al-Salam bal kişand ser van xalan: "Di dawiya sempozyumê de beşdaran li ser çareseriya nîqaş kirin û ya herî girîng avakirina dibistanan e ku fenomena nezaniyê ya ku li herêmê belav bûye ji holê rakin û her wiha lidarxistina simînerên perwerdeyê ji bo jinan û bilindkirina asta zanistê da ku ew mafên xwe nas bikin." 
Di dawiya axaftina xwe de, hevseroka Rêveberiya Çandiniyê ya Hecîn Amina Al-Salam banga şopandin û bicihanîna qanûnên parastina jin û zarokan kir û daxwaz dike ku cezayên herî giran li kesên şîdetê bi kar tînin bê birîn.
“Sedemên şîdeta nava malê mezinkirina şaş a zarokên kurik e”
Her wiha hevserokatiya şaredariya Gel a Hecînê Ahed Al-Merkez ji ajansa me re ragihand ku sedemên herî girîng ên şîdeta nava malê ji ber mezinkirina çewt a zarokan e û wiha gotinên xwe domand: "Adet û kevneşopî dihêle ku ciwanên di temenê biçûk de li dê û xwişkên xwe bixin da ku zilamtiya xwe di nava civaka xwe de îsbat bike. Her wiha belavbûna diyardeya nîkotînê dihêle ku bikarhêner şîdetê li endamên malbatê bike."
Di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêwîstiya kêmkirina diyardeya nezanîbûnê bi zêdekirina zanistê di nava civakê de bi riya avakirina dibistanan, hebûna psîkoterapîst û bicihanîna qanûnan.