Lêpirsîna Gulistan Doku: Ji bo îfadeyê bang li Midûrê Polîsan ê wê demê kirin

Serdozgeriya Komara Erziromê di dosyaya Gulistan Doku de, wek şahid gazî Midûrê demê yê Polîsan ê Dêrsimê Yilmaz Delen ê ku hê Midûrê Polîsan ê Yalovayê ye kir.

Navenda Nûçeyan – Têkildarî lêpirsîna Gulistan Doku ku li Dêrsimê ji 5’ê Çileya 2020’an heta niha winda ye, pêşketinek nû çêbû.

Serdozgeriya Komarê ya  Erziromê ve ji bo îfadeyê gazî Midûrê Polîsan ê Dersimê Yilmaz Delen ê ku dema Gulistan Doku winda bû li ser kar bû kir.

Hate diyarkirin ku nivîsa fermanê gihîştiye Serdozgeriya Komarê ya Yalovayê, piştî tablîgatê Yilmaz Delen ber bi Erziromê ve bi rê ketiye û pêvajoya îfadeya bi navê şahediyê, vê sibehê destpê kiriye.

Dibe ku wek gumanbar li dosyayê bê zêdekirin

Hate îdiakirin ku di dosyaya ku Serdozgeriya Komarê ya Erziromê dê wek şahid bigre, ger derbarê xemsariyê de kêmasiyekê bibîne, dibe ku Yilmaz Delen wek gumanbar li dosyayê bê zêdekirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de, waliyê demê Tuncay Sonel, kurê wî Mustafa Turkay Sonel û serbijîşkê demê ya nexweşxaneya dewletê ya Dêrsimê Çagdaş Ozdemîr ji di nav de 12 kes hatibûn girtin.