‘Sedsala 21’emîn sedsala azadiya jinan e’

Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Menal Mihemed bal kişand ser têkoşîna jinan a di sedsala 21'ê de û got ku di vê sedsalê de hevgirtin û tifaqa jinan heye ji ber ku daxwaz û doza jinan avakirina civakek exlaqî, polîtîk û demokratîk e.

VIYAN AMED

Qamişlo – Di hişmendiya desthiladariyê de jin her dem wek zayenda duyem hatine dîtin û ji qadên civakî, siyasî, aborî, çandî û ji qadên jiyanê, ji mafên xwe bêpar hatine hiştin. Li hemberî vê pergala zayendperest jinan di her pêvajoyê de serî hildane û têkoşiyane lê mixabin ew wek nakokiya zayendî  nehatiye nirxandin û her wiha bi têkoşîna bicûk sînordar maye. Her ku pergala feraseta mêr-dewletê bi pêş ketiye nakokiyên di navbera her du zayendan de jî kûr bûne û girêkeke ku nayê çareserkirin çêbûye. Lê belê di sedsala 21'emîn de dîrok bi têkoşîna jinan veguheriye serhildanê.

Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star, Menal Mihemed têkoşîna jinan a di sedsala 21’emîn de bi diruşma Jin, Jiyan, Azadî didome nirxand û got ku bi yekîtî û têkoşîna jinan dê ev sedsal bibe sedsala azadî û wekheviya jinan e.

Di sedsala 21’emîn de têkoşîn û berxwedana jinan

Menal Mihemed der barê têkoşîna jinan a sedsala 21'emîn de nêrîna xwe wiha anî ziman: "Sedsala 21'emîn, sedsala azadiya jinan e, ji ber ku di dîrokê de gelek şoreş pêk hatine û jinan di hemû şoreşan de cihê xwe girtine lê belê di encama şoreşên ku pêk hatine de jin negihîştine mafên xwe yên azadiyê. Bi taybetî jî di sedsela 18, 19 û 20'an de guhertinên girîng çêbûn lê ew guhertin neketin warê azadî û wekheviya zayendan, berovajî nakokiya zayendî zêdetir derket pêş. Di hemû şoreşan de pisgirêka azadiya jinan hat paşguhkirin lê jin di sedsala 21'emîn de bi têkoşîna xwe pêşiya guhertin û veguhertinên dîrokî ava kir. Jinan di vê sedsalê de serî hildan û di warê bîrdozî, leşkerî, siyasî, dîplomasî, jiyanî û civakî de xwe bi rexistin kirin. Di heman demê de jin dikaribûn di vê sedsalê de û di van salan de bi riya kongre, konferans, civîn û platformên ku pêk dianîn, yekitî û hevgirtina xwe nîşan dan.”

'Heta jin azad nebin civak jî azad nabe'

Menal Mihemed peşketina têkoşîna jinan di Rojhilata Navîn de wiha dinirxîne: "Di sala 2012'an de bi destpêkirina şoreşa Rojava re jinan li hemû qadan pêşengî ji civakê re kir, ji ber vê sembola şoreşa Rojava jin in. Jin bi pergala netewa demokratîk re hemû nakokiyên mîna netew, çînîtî û zayendîtî çareser kirin û dikin. Di heman demê de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" re  bi pêşengiya jinan gel li hemberî pergala rejîma Îranê têdikoşe. Bihara Ereban li Tûnisê dest pê kir û belavî welatên Ereban bû, heta niha jî ew têkoşîn berdewam dike. Jinên Efganistanê jî heta niha li hemberî hemû zilim û zordariya Talîbanî têdikoşin. Mirov dema bi giştî rewşa jinan li cîhanê mêze dike, dibîne ku di hemû qadên jiyanê de jin li hemberî feraseta zayendperest li ber xwe didin. Hevoka “Heta jin azad nebin civak jî azad nabe” li her aliyên cîhanî xwe diyar dike.

Êrişên desthilatdarî li dijî jinan

Menal Mihemed di berdewama gotinên xwe de da zanîn ku feraseta desthiltdariyê bi rengên cuda êrîşî hebûn û nasnameya jinan dike û wiha got: “Ji dîrokê heta roja me ya îro jin bi têkoşîneke mezin û bi bedelên giranbuha gihîştin roja îro û di encama vê têkoşînê de şoreşa jinan li Rojavayê Kurdistanê pêk hat. Îro jin dikarin der barê jiyana xwe de biryarê bistînin û sazî, dezgeh û rêxistina xwe ava bikin. Lê ev yek nakeve xizmeta berjewendiyên desthiltdaran loma li hemberî têkoşîna jinan bi rengên hovane êrîş dikin. Mînaka herî berbiçav jî ew e ku bi riya olê rengê jinan veşêrin û bi riya qanûnên xwe mafên jiyanê ji destên wê digrin. Ev feraset li dijî azadiya jinan û civakê ye.”

Bingehê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî

Meral Mihemed bal kişand ku jin şoreşa xwe li hember hemû cureyên êrîşan diparêzin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Pergala mêr-dewletê di şexsê jinan de êrîşî civakê dike. Berteka civakê li hemberî vê pergalê derdikeve holê lê ew ne têrker e, ji ber ku heta feraseta zayendperestî neguhere pergala mêr-dewletê dê her dem êrîşî jinan û civakê bike. Gelê Kurd li hemberî van ferasetan bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rexistin dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreş pêk hat, li Rojhilate Kurdistan û Îranê jî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" ber bi şoreşê ve diçe. Ev şoreş bingeha xwe ji fikir û ramanên Rêber Apo digre, ji ber vê xwe li ser zanebûn û têgihîstînê bi rêxistin dike. Teyisandina têkoşîna jinan di nava tevgera azadiyê de guhertin û veguhertînê di nava civakê de çêdike."

'Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ Rêber Apo diyarî jinan kir'

Menal Mihemed diyar kir ku têgîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe heqîqeta jiyanê ye û wiha pê de çû: "Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ Rêber Apo di 8'ê Adarê de diyarî jinan kiribû. Rêber Apo pênaseya ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe dike, ew heqîqeta jiyanê ye. Jinan bi ked û têkoşîna xwe feraseta zayendperest ku li ser wan ferz dikir guherand. Ger jin cihê xwe di qadên mîna siyasî, civakî, çandî, leşkerî, dîplomasî û aborî de negirin em nikarin qala pergala wekhev û azad bikin. Ji lewre em dibêin ev sedsal, sedsala azadî û wekheviya jinan e.”

Bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinan

Meral Mihemed herî dawî diyar kir ku gelek jinên têkoşer û pêşeng ji bo doza azadiya jinan xwe feda kirine û wiha bi dawî kir: "Li hemû cîhanê daxwaz û doza jinan avakirina civakek axlakî, polîtîk û demokratîk e. Jin têkoşîna xwe dikin malê hemû jinan. Di heqîqeta şoreşa Rojava de hevgirtina jin û netewan heye. Ji gelek welatan jin beşdarî şoreşa jinan bûn û li hemberî çeteyên mîna DAIŞ’ê şer kirin, ji ber di nava şoreşa Rojava de xeyalên xwe yên azadiyê dîtin. Ji bo ku jin di her warî de bigihîjin xayalên xwe, em ê her qadê veguherînin qada şoreşê. Em bi têkoşîna mezin hatin van rojan û gelek jinên bedew û pêşeng mîna Clara Zetkîn, Sakîne Cansiz, Evîn Goyî, Nagîhan Akarsel, Jiyan Tolhildan, Hevrîn Xelef, Jîna Emîni, Mursel Nebîzade û bi hezaran jin ji bo azadiya jinan û civakê jiyana xwe feda kirin. Her çiqasî pergala mêr-dewletê êrîş bike jî nikare me ji daxwaza azadiyê qut bike. Ji ber ku her roj jin zana dibin û xwe bi rêxistin dikin. Bi hêz û vîna jinên têkoşer û bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’, em ê vê sedsalê bikin sedsala azadiya jinan."