Gelê Tebu: Divê nasnameya me bi qanûnan bê parastin

Gelê Tebu ya li Lîbyayê, di Roja Cîhanî ya Gelên Xwecihî de li dijî gotinên nefretê têdikoşîn. Mebruka Huseyîn ya ji gelê Tebu got "Divê li dijî kesên nijadperastiyê dikin tedbîrên bandorker bên girtin” û daxwaza parastina ziman û çanda xwe kir.

MONA TOKA

Lîbya – Her sal di 9’ê Tebaxê de, Roja Cîhanî ya Gelên Xwecihî ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve di sala 1994’an de hatiye îlan kirin, tê pîrozkirin. Îro, ji bo jiyankirina çandên civakên ku ziman, nasname û şêwazên jiyana xwe yên kevneşopî diparêzin û ji bo balkişandina hewldanên vederkirina dîrokî û asîmîlasyonê yên rastî tên, tê pîrokirin. Di heman deme de îro, ji bo bibîrxistina mafên gelên xwecihî, parastina wan ya ji cudakariyê û mîsogerkirina beşdariya wan a adilane ya jiyana giştî, xwedî derfetek mezin e.

Li Lîbyayê gelê Tebu, yek ji civakên herî kevin ên li Çola Sahrayê ye. Ji aliyê erdnîgarî ve, hebûna wan ji başûrê Lîbyayê heta ji Çad û Nîjerê dirêj dibe. Dîroka wan li dijî jiyana koçer, bazirganî û kedxwariyê di nava berxwedanê de derbas bûye. Bi zimanê xwe ya xweser, çanda xwe ya dewlemend û girêdanbûna kûr a bi axên xwe yên çol tên naskirin. Lêbelê, ev kêmnetewî hêj di mijara parastina ziman û nasnameya xwe û gihandina mafên xwe yên siyasî û civakî de zehmetiyên mezin dijîn.

Aktîvîsta mafên mirovan Mebruka Huseyîn a der barê mafên kêmnetewan û pirsgirêkên gelê Tebu ya li Lîbyayê de dixebite, rewşa siyasî û civakî ya heyî yê vê kêmnetewî û girîngiya Roja Cîhanî ya Gelên Xwecihî ya di aliyê nûkirina daxwazên maf ên gelan de vegot.

Zimanê dayike bi dayikê re diwelide û bi qanûnê tê parastin

Mebruka Huseyîn, wiha got: "Ez zimanê Tebu di jiyana xwe ya rojane de li malê bi zarokên xwe re diaxivîm û bivî awayî hebûna zimanê xwe diparêzim. Ziman, bi dayikê re diwelide, li malê û civakê pêş dikeve û pêwîstî dibine bi qanûnan bê parastin. Ger em neparêzin, emê winda bikin. Lewma em wê zindî dikin ku derbasî nifşên pêşerojê bikin.”

Mebruka Huseyîn, diyar kir ku zimanê Tebu salên dirêj hatiye marjînalîzekirin û da zanîn rewş hêdî hêdî guherî ye: "Îro, bi saya hewldanên parêzvanên mafên mirovan, ev ziman li deverên ku Tebu lê zêde dijîn, li dibistanan wekî dersa bijarte tê dayîn. Lêbelê, hê di medyayê bi temamî nîne; bername an jî quncikek ku bi vê zimanê weşan dike nîne.”

Rêxistinên ku nasname diparêzin

Mabruka Huseyîn, wiha axivî: "Ji bo parastina ziman û nasnameya me, hewildanên me yên li ser bingeha civakî heye. Saziyên me yên wekî Komeleya Zarokên Çolê û Navenda Lêkolînê ya Tebu hene. Rojnameyên nû derketine jî hewl didin nasnameya me biparêzin. Tebu bûyin; tê wateya xwedîbûna dîrokek bikok, kevneşopiya berxwedanê û çandek dewlemend e. Welat, bi hemû pêkhateyên xwe temam e, ez jî perçeyek a vê welatê me.”

Di saziyên fermî de cudakarî

Mebruka Huseyîn a destnîşan kir têkoşîna nasname ne yekane pirsgirêk e, balkişand ku gelê Tebu di karûbarên îdarî û qanûnî de zehmetiyan dijîn û wiha got: “Bi taybetî di wergirtina pasaportan de pirsgirêk hene, rûxmê hemû şert û mercên qanûnî tên bicihanîn jî, hinek caran karûbar ji ber çerm, etnik an jî nav tê astengkirin. Pirgirêk ne di qanûnan de ye, di pêkanînê de ye. Gelek rewş rê li ber mexdûrbûna gelê Tebu vedibe. Divê li dijî kesên nijadperestiyê dikin tedbîrên bandorker bên girtin.”

Her wiha Mebruka Huseyîn, diyar kir divê aydê gelê Tebu platformên medyayê bên avakirin ku ev yek di têkoşîna li dijî gotinên nefret û gotinên nerast de bibandor bibe.

Gotinên nefretê

Mebruka Huseyîn, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Gotinên nefrete yên li dijî gelên cuda, vederbûna me zêde kir. her wiha me bi cudakarî kirin an jî bi çêkirina planên parçekirina welat re sûcdar kirin. Gotinên bivî awayî, bandorên şênber avadike. Çareserî ji diyalogê derbas dibe. Ez li Merzûkê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên gele Tebu û gelên din ên xwecihî, di nava însiyatîfa aştiyê ya ji jinan pêktê, bicihdigrim. Bi taybetî qebûlkirina cudahiyan, gava ewil ya bi hev re jiyankirinê ye. Welatekî ku gelên Tebu, Tuareg, Ereb û Amazîng dihewîne, welatek bihêz e.”

‘Divê mafên me bi makezagonan bê parastin’

Mebruka Huseyîn, destnîşan kir divê maf bi makezagonan bê parastin û axaftina xwe wiha domand: “Divê makazagon bi awayekî vekirî diyar bike ku gelê Tebu û yên din perçeyek ya gelê Lîbyayê ye. Divê ziman, nasnameya çandî û mafê me ya temsîliyeta siyasî ya adila ne, bikeve di bin ewlehiyê de. Divê di meclîsên yasayî û xwecihî de ji bo kêmnetewan kursiyên taybet bên dayîn. Divê ev maf nayên îptalkirin û nebe mijarên bazartiyên siyasî.”

Mebruka Huseyîn, da zanîn di meclîsê de pergala piranîyê kêmnetewan tînin rewşa dezavantajê û axaftina xwe wiha domand: “Ger yek an jî du gelê Tebu bikeve meclîsê, nikarê biryarên baş bipêjirê an jî biryarên li dijî asteng bike. Lewma divê mafên me di makezagonê de bên bicîhkirin.”

Pêdivî bi qanûnên adilane heye

Mebruka Huseyîn, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî:"Roja Cîhanî ya Gelên Xwecihî; roja pîrozbahiya gelên nasnameya xwe diparêzin e. Lêbelê, pîrozkirina rast ne bi dirûşmeyan, bi qanûnên adilane û makazagonên di bin ewlehiyê de çêdibe. Berevajî, şêwaza pîrozkirinê dimîne û pirsgirêkên me bidome.”