Ji Kombûna Jinan a Zenûbiya li dijî tundiyê kampanya

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê, bi sernavê “Bi rêxistinbûna jinan civak hevgirtî dibe” bi armanca têkoşîna li dijî tundiya li ser tevahî jinan û berxwedana li dijî kirinên li dijî mafê jinan, kampanyayek da destpêkirin.

Reqa – Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi sernavê “Bi rêxistinbûna jinan civak hevgirtî dibe” li dijî tundiya li ser jinên Sûriyeyî, bi armanca têkoşîna li dijî tundiya li ser tevahî jinan û berxwedana li dijî kirinên li dijî mafê jinan, kampanyayek da destpêkirin.

Kampaniya bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Daxuyanî bi beşdarbûna hejmarek çalakvanên jin, endamên rêxistinên jinan û saziyên bajar ve ji aliyê endama Buroya Perwedeyê ya Meclisa Jinan a Kombûna Zenûbiya Buşra El Elî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pêwiste jin werin pêşxistin û pişgiriya wan were kirin, da karibin li dijî hemû cûreyên binpêkirinan parastina xwe misoger bikin.

‘Jin di xwezaya xwe de bi rola pêşengtiyê radibe’

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jinên rêxistinkirî û bi hêz dikare bandoreke erênî di malbat û civakê de çêbike û hate xuyakirin ku jin di xwezaya xwe de bi rola pêşengtiyê radibe û ew ê ji bo belavkirina zanista hiqûqî di nava jinan de têkoşîna xwe mezinkir bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li jinan hate kirin ku tevlî kampaniyaya wan a dê mehekê dewam bike, bibin û rola xwe di pêkanîna guhertinên demokratîk ên rastîn de, pêk bînin.

Kampaniya, dê mehekê dirêj bike, di vê mehê de wê li bajarê Reqa û bajarokên girêdayî wê bi armanca gihandina hejmara herî zêde ya jinan, çalakiyên meydanî û civakî werin lidarxistin.