Ji girtiya siyasî ya Îranê Zahra Rahnavard banga berdana girtiyan
Zahra Rahnavard, zexta navxweyî û tundiya li dijî girtiyên siyasî ya piştî şerê 12 rojan bi Îsraîlê hate jiyîn rexne kir û banga bidawîanîna polîtîkayên derve yên wêranker, rêbazên otorîter ên navxweyî û berdana girtiyên siyasî kir.

Navenda Nûçeyan – Veguhestina girtiyên siyasî ya ji bo Girtîgeha Evînê û weşandina raporên der barê tundiya li dijî girtiyên siyasî yên beriya veguhestina Girtîgeha Evînê de, bû sedema gelek bertekan.
Yek ji girtiyên siyasî ya Îranê Zahra Rahnavard, peyamek weşand û bertek nîşanî bi tundiyê veguhestina girtiyên siyasî ya ji bo Girtîgeha Evînê da û banga berdana girtiyên siyasî kir.
Zahra Rahnavard, polîtîkayên Komara Îslamî û destpêkirina şerê navxweyî ya piştî şerê 12 rojan Îsraîlê rexne kir û banga bidawîanîna polîtîkayên derve yên wêranker, rêbazên otorîter ên navxweyî û berdana girtiyên siyasî kir.
Zahra Rahnavard, di berdewamiya peyama xwe de wiha got: "Gel, hêvî dikir ku rayedaran ji bo zirarên tirsnak ên ji ber şer hatine jiyîn, bi rehm nêzî mafên gelan bibe. Berevajî vê yekê, dema serdestan tundî û zilm zêde kirin, zarokên gel ên rexne kirin, darvekirin û di heman deme de girtiyên siyasî veguhestina girtîgehên cuda û tundî û zextan bikaranîn. Gelek ecêb e ku rûyê kirêt a zext û tundiyê hê di mijara îtîbara vê pergalê de soza ewil û dawî ye.”