Kefaleta ji bo berdana Sara Gohari tê xwestin hat ragihandin
Hat ragihandin ku ji bo berdana Sara Gohari, ku ji aliyê dewleta Îranê ve hatiye girtin, kefaleta 500 milyon tûmenî hatiye xwestin.

Navenda Nûçeyan – Wendekara lîsansê ya 29 salî li Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Tehranê, Sara Gohari, di 6ê Tîrmehê de hate girtin. Parêzerê wê Reza Şefaxah, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku piştî demek dirêj bêçalaktiyê, Sara Gohari bi tohmeta belavkirina "propagandaya dijî-sîstemê" hate girtin.
Reza Şefexayê ragihand ku ji bo berdana Sara Goharî kefaleta 500 milyon tûmenî hatiye xwestin. Şefexayê destnîşan kir ku malbata wê nekariye vê şertê bicîh bîne û got, "Malbata Sara Goharî ji bo serdana keça xwe çûne Meşhedê, lê ji ber nebûna destûran, ew nekarîn bikevin Torbat Jam û Taybadê."