Ji aliyê Hûsiyan ve astengkirina alîkariyan gefê li jiyana jinan dixwe

Li gorî rapora NY, li Yemenê gelek jin ji ber şer û xizaniyê ji bo bijîn neçar mane li kolanan bermahiyan kom bikin. Astengkirina alîkariyan ji aliyê Hûsiyan ve krîzê hê kûrtir dike.

Yemen – Li gorî gotinên jinên şahid, li wilayeta Hacce ya li bakûr û rojhilatê Yemenê, şerê ku ji 2015’an destpê kirî û heta niha didome rê li ber êşên giran ên mirovî vedike radixwe ber çavan. Jin diyar dikin ku birçîbûn û xizanî êdî vegeriyaye rastiyek rojane ya jêneveger.

Li gorî rapora Fona Nifusê ya Netewên Yekbûyî (UNFPA), gelek jin ji bo jiyan bikin, neçar mane serî li rêbazên wek li kolanê parsekî, firotina bermahiyên plastîk ku kom kirine didin. Ev rewş bi temamî di nava nebûna tora ewlehiya civakî de tê jiyîn.

Xebatên NY hate sekinandin

Raporên alîkariya mirovî, diyar dikin ku binpêkirin û talankirina alîkariyan bi awayek sîstematîk ji aliyê Hûsiyan ve, ji ber astengiyên hişk ên pêktîne, gelek xebatên alîkariya saziyên NY hatine sekinandin. Ev astengiyên ku azadiya tevgerên tîman asteng dike, rê li ber lewazbûna mudaxeleya mirovî û kêmkirina xizmetên rizgariya jiyanê diveke. 

Di navde ajansên NY, saziyên xwecihî û navnetewî, zêdeyî 100 saziyên alîkariyê, Bernameya Xwarina cîhanê jî di nav de, ragihand ku biryar girtine ku xebatên xwe kêm bikin û bi sekinînin. Ev biryar pirsgirêkên ku jin dijîn zêde kir û zorî li wan hatin kirin ku di navbera parsekî û ji birçan mirinê de hilbijartin bikin.

Hejmara jinên xizan zêde dibe

Li gorî Enstituya Lêkolînên Stratejîk a Sana, ji dema şer destpêkirî heta niha li Yemenê derfetê ku jin kar bibînin ji sedî 28 kêm bûye, di mêran de ev rêje bûye ji sedî 11. Daneyên UNFPA, derdixwe holê ku ji sedî 26’ê malbatên ku ji cihên xwebûne ji aliyê jinan ve debara wan tê pêkanîn û nifusa koçberên jin û zarokan ji sedî 77’an pêktê. Ev rewş hejmara jinên xizan ku bi xwedîkirina zarokan re eleqeder dibe zêde dike û barê jiyanê yê di bin pencê şer û xizaniyê de giran dike.

Ev êşa ku jinên li Hacce dijîn, acilyeta ku divê civaka navnetewî û saziyên eleqeder xebatê parastin û desteka jinan bi lezbikin derdixwe holê. Berûvajî li Yemenê wê krîza mirovî, vegere felaketek ku şûndevegera wê neyî.