Jinên Beluc li dijî qirkirinê meşiyan
Jinên ku ji bo Belucên hatin girtin û windakirin meşiyan, li bendê ne raya giştî ya dinyayê dengê wan bibihîse.

Navenda Nûçeyan – Çalakiya rûniştinê ya jinên Beluc, bi daxwaza eşkerakirina aqûbeta kesên bi darê zorê hatine windakirin û berdana lîderên Komîteya Yakcetî ya Beluc (BYC) û aktivîstên Baluc ên ji hêla Pakistanê ve hatine girtin, di roja 26’an de ye.
Jinan herî dawî li Kuluba Çapemeniyê ya Îslambatê meş li darxist. Di meşê de jinan wêneyên aktivîstên Beluc hilgirtin. Pankarta ku li ser ‘Dawî li zexta civakî bine, lîderên BYC berdin’ vekirin. Piştî meşê derbasî çalakiya rûniştinê bûn.
Hewl didin qirkirinê bi dinyayê bidin bihîstin
Di daxuyaniya çapemeniyê ya di çalakiya rûniştinê de hatî dayîn ev tişt hate gotin:
“Têkoşîna me armanc dike ku dîroka mirovatiyê ya Belucan, şerê ku nehatin vegotin, bi mirovên dinyayê re parve bikin. Ev dayîk ji êş û zextê rizgar bûn, bûn sembola cesaret û meydan xwendinê. Bêdengiya rayedaran cesaret û biryardariya me neşkêne, lê belê pergala ku bal daye ser qirkirina Belucan bê eman îfşa dike. Her sanyeya vê rûniştinê, ev dewleta ku bûye dika şanoyê, neserkeftina çapemeniya wê, daraza wê û parlementoya wê wêne dike.”
Aqûbeta kurê xwe pirsî
Di çalakiyê de dayîka Gul Muhhammad Marri ku di 7’ê Tebaxa 2012’an de ji aliyê hêzên ewlehiya Pakistanê ve piştî hate binçavkirinê êdî tu xeber jê nehate girtin Amma Haurî jî cih girt. Dayîk Amma Haurî, xwest aqûbeta kurê wê were ronîkirin, bang kir ku dawî li zextên li dijî Belucan bînin.