Hejmara rojnamegerên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 106

Hejmara rojnamegerên ku di êrişên Îsraîlê yê li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dan bû 106.

Navenda Nûçeyan – Di daxuyaniya ku ji Ofîsa Medyayê ya hikumeta Xezayê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku di êrişa Îsraîlê ya li ser Kampa Penaberan a En-Nusayrat a li Zîvala Xezayê de rojnamegerek din jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku di êrişê de pêyamnêra Qenala El-Kuds Cebr Ebu Hedrus jiyana xwe ji dest daye û bi vê yekê re hejmara rojnamegerên ji 7’ê Cotmehê ve li Xezayê jiyana xwe ji dest dane bûye 106.

Ofîsa Medyayê di daxuyaniya beriya vê de anîbû ser ziman ku Îsraîl ji bo bêdengkirina Filistinê, veşartina rastiyan, astengkirina agahiyan ji bo gihiştina raya giştî ya navnetewî û heremî bi zanebûn rojnamegeran hedef digre.