Jinên Minbicê: Her ku cîhan bêdeng dimîne êriş zêde dibin

Dewleta Tirk ji destpêka sala 2023’an ve êrişên xwe li ser bajar û gundên Minbicê pêk anî. Jinên ku bertek nîşanî êrişan dan, gotin: “Her ku cîhan bêdeng dimîne êriş zêde dibin.”

SÎLVA AL-ÎBRAHÎM

Minbic – Dewleta Tirk ji destpêka sala 2023’an gelek caran êriş bir ser bajarê Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî  gundên li ser sînorê Minbicê ên Al-Hawshariyah, Al-Jat, Aun Al-Dadat, Al-Mohsenli, Arab Hassan, Al-Sayyada, Al-Dandaniya, Al-Yalanli, Qart Wiran ve Umm Adasa kir hedef.

Li gor agahiyên Navenda Ragihandina Meclîsa Leşkerî a Minbicê ku ajansa me re parvekirin; di nav salê de gundên ku navê wan hat dayîn 20 topên hawanê, 8 hewildanê bi dizî êriş kirin û 13 êrişên balafirê bê mirov pêk hat. Di êrişan de 20 sîvîl jiyana xwe ji dest dan, 39 kesên ku di nav de jin û zarok jî hene birîndar bûn. Jinên Minbicê tiştên ku ji ber êrişan dijîn ji ajansa me re axivin.

‘Em her tim bi êrişên hewayî re rû bir û hatin’

Watfa Shehadeh a ji gundê Al-Sayadah ya dikeve aliyê bakurê Minbicê derbarê êrişên dewleta Tirk de wiha got: “Sala 2023’an pir zehmet derbas bû. Gundên ku nifusa wê zêde ye hatin hedef girtin. di encama êrişan de zarok ji xwendina xwe bêpar man. Debara me piranî girêdayî komkurina zeytûna ne. Lê ji ber topbarana berdevam em nikarin zeytûnên xwe kom bikin. Hertim bi êrişên hewayî re rû bi rû hatin. Em hevî dikin ku sala 2024’an bi xwe re aramî û bawerî bîne.”

‘Em dixwazin di nav aşîtî û ewlehiyê de jiyan bikin’

Ji eynê gundî Amna Al-Qaraja jî diyar kir ku ji ber topbarana dewleta Tirk rojên xwe di nav tirsê de derbas dikin û wiha pê de çû: “Topbaranên ku şev û roj bê nav ber berdevam dike dibe sedem ku di nav zarokên me de panik çêbibe û em ji ber guleyên topan ditirsin ku windahî çêbibin. Tenê sala 2023 wisa nebû. Herema me ji salên dirêj ve rû bi rûyê êrişên dewleta Tirk tê. Em her sal daxwaz dikin ku aşîtî were û êrişên dewleta Tirk raweste. Binpêkirinên ku li dijî herema me pêk tên di nawnetewî de bêdengiyek heye. Her çiqas cîhan bêdeng dimîne êriş ewqas zêde dibe. Mafê her mirovek heye ku di nav aşîtiyê de jiyan bike. Em jî dixwazin di nav aşîtî û ewlehiyê de jiyan bikin.”