Jin ji bo kargeha pirzimanî hatin gel hevdu

Li Wanê di çarçoveya projeya ‘Ji Çaran Çar, Jin Huner’ de jin di atolya ku stranên pir zimanî hatin gotin de hatin ba hev û dest bi xebatan kirin. Hat xwestin ku jinên Wanê beşdarî atolyeya ku wê 3 mehan bidome bibin.

Navenda Nûçeyan – Li Wanê xebatên projeya ‘Ji Çaran Çar, Jin Huner’ ku di 2’yê kanûnê de ji aliyê Komeleya Aryen Huner, ŞanoWan û Komeleya Jinan a Starê ve hatibû destpêkirin berdewam dike. Kargeha duyemîn a di çarçoveya projeyê de di qadên wêne, sinema, şano û muzîkê ku wê vokalist Selda Ozturk bi rêve bibe dest pê kir. Kargeha ku hejmareke sînordar a jinan dikare beşdar bibe wê 3 mehan bidome.

Wê bi 5 zimanan stran werin gotin

Derbarê atölyeye de Selda Ozturk zanyarî da û got: “Em ê atolyeyeke pir zimanî li dar bixin. Em ê bi Kurdî, Ermenî, Erebî, Sûryanî û Gurcî stranan bêjin. Li welat û derveyî welat bi salan di qada vokalê de atolyeyan li dar dixîn. Herî dawî li ser zoom’ê li Almanyayê atolyeyek li dar xist. Ez care ewil e li Wanê tev li xebateke wiha dibim. Vê xebatê ez gelek bi kelecan kirim.”

‘Divê jinên Wanê beşdarî vê xebatê bibin’

Selda Ozturk da zanîn ku zêdetir bi jinan re atolyeyên dike û got: “Min ev xebat li Stenbolê bi jinên koçber re gelek kirin. Ev hatinên bahev ji me gelek başin, ji ber ku em bi hev re di nava piştevaniyê de ne. Divê jinên wan jî beşdarî vê xebatê bibin.”