‘Em ê bi çalakiyên xwe pergala îşkence ya Îmraliyê hilweşînin’

Jinên ji Kobanê têkildarî kampanyaya “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” gotin: “Em ê bi berxwedana çalakvanên grevên birçîbûnê pergala îşkence ya Îmraliyê hilweşînin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Kampanyaya cîhanî ya di bin navê “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bi hemû hêza xwe berdewam dike. Di 27’ê Mijdarê de endamên Komeleya Azadiya Jinên Kurdistanê û Tevgera Azadiya Kurdistanê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin ku di roja xwe ya 32’an de bênavber berdewam dike.

Meclisa Malbatên Şehîdan di 27’ê Kanûnê de dest bi çalakiya konvdedanê ya du rojan kiribûn ku piştgiriya xwe bi kampanyayê û çalakiyên greva birçîbûnê re anîn ziman.

Jinên ku beşdarî bûn, helwest û hestên xwe anîn ziman.

‘Çalakiyên greva birçîbûnê mîrateya berxwedana gelê Kurd a demê ye’

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a kantoan Firatê Eyşe Efendî wate û girîngiya çalakiyên greva birçîbûnê ji bo gelê Kurd wiha bilêv kir: “Çalakiyên greva birçîbûnê ku îro li Bakurê Kurdistanê li dar in, berpirsyariya me hemû Kurdan û pêkhateyên li Rojhilata Navîn e. Girtiyên di zindanan de bi rojan û mehan ketine çalakiyên greva birçîbûnê ku gekek kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Ji destana girtîgeha Amedê ku gelê Kurd careke din zindî kir û komî ser hev kir, ev mîrate dest pê kir û heta roja me ya îro didome. Çalakiyên greva birçîbûnê ji bo me gelê Kurd xwedî dîrokeke bi wate û nirx e ku her dem di dil, ruh û mêjiyê me de zindî ye. Ji ber vê çalakiya ku niha tê lidarxistin, bûye sedem ku em weke gel careke din li ser piyan bin û xwedî li dîroka xwe ya berxwedanê derkevin. Me jî bi berxwedan û destanên bi vî rêbazî hebûna xwe di nava cîhanê de da diyarkirin û bala her kesê kişand. Berxwedana me jî wê berdewam bike, jixwe me gotiye em Apocî ne û em ê heta dawiyê jî wiha bin. Felsefeya me berxwedan jiyan e û em ê bi vê prensîbê bi ser bikevin.”

‘Kurdistan yek e’

Salîhe Elî jî bal kişand ser êrîşên li ser Kurdistanê pêk tên û got: “Em berxwedana Rêber Apo û çalakvanên greva birçîbûnê ji dil û can silav dikin. Bila dewleta tirk nefikire ku dê bi van polîtîkayan Kurdan û Tevgera Azadiya Kurdistanê qir bike, berovajî bi me û zarokan mabe em ê nehêlin doza me 46 salî were bidawîkirin. Kurdistan di warî erdîngarî de 4 parçe ye lê di dilê me de yek e yek e. Yên ku dewleta tirk jî bihêz dikin, hêzên hegemonîk in ku dixwazin mirovahî her dem di şer û pevçûnan de be da ku ew jî hebûna xwe mayînde bikin. Weke gel, roja ku me çavên xwe li jiyanê vekir em di vê xakê de dijîn, em ji zaroktî, ciwantî û niha jî bi pîrbûnê xwe li Kobanê dijîn. Lewre lihevkirin û komployên hêzên navdewletî ku bi destên dewleta tirk pêk tên dê bandorê li ser me nekin û em axa xwe terk nakin. Ji bo vê êdî bes e ji bindestî û dagirkeriyê ye.”

‘Em ê pergala Girava Îmraliyê bişkînin’

Salîhe Elî da zanîn ku Abdullah Ocalan ji bo jinan riya azadiyê ronî kiriye û got: “Dema ku Rêber Apo dest bi xebatên doza xwe kir, berê xwe da Kobanê. Bi hatina Serok li cem re, rastî û jiyana jinan hat guhertin. Rêber Apo perspektîf da ku divê em weke jin ji koledarî û dagirkeriyê azad bibin. Her wiha ê ku meşa me ya ber bi rizgariyê ve bi felsefeya jin, jiyan, azadî ronî kir, dîsa Rêber Apo ye. Ger em îro weke jin xwedî şoreş û destkeftiyên wiha ne, ev yek jî xwe dispêre Rêber Apo. Ji bo vê weke jin, em xwe perpirsyar û deyndarên azadiya fizîkî ya Rêber Apo dibînin. Em ê li hemberî vê erka xwe bênavber têbikoşin û pergala îşkenceyê ya li Girava Îmraliyê bi berxwedana xwe hilweşînin.”

‘Rawestandin di ferhenga me de tune ye’

Her wiha endama Meclisa Malbatên Şehîdan Dunya Mihemed jî wiha got: “Ev du roj in em ji bo piştgiriya bi berxwedana grevên birçîbûnê re û azadiya fizîkî ya Rêber Apo li ser piyan in. Bêguman em ê bi vê çalakiyê re sînordar nemînin lê me xwest em jî bibin parçeyek hevbeş ji têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo re. Heta ku em çalakiyên greva birçîbûnê bi encam nekin, em ê ranewestin.  Dema ku me biryar da em beşdarî nava tevgera Apoyî bibin, me dizanibû ku em ê werin rû bi rû yê dewleta hov û dagirker weke Tirkiyeyê. Lewre ev êrîş û bombebaranên ku çend roj in pêk tên, hêrsa dewleta tirk a li hemberî sekna gelê Kurd û berxwedana Rêber Apo nîşan dide. Ger ku dewleta tirk xebatên me yên ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê weke sûc dibîne û êrîşên xwe rewa dike. Êdî ji vir û şûnve gotin namîne. Çawa ku dewleta tirk di qirkirina me de bi îsrar e, em jî weke gelê Kurd di berxwedana xwe de bi biryar û îsrar in. Me rawestandin û teslîmkarî ji ferfhenga xwe ya jiyanî avêtiye û wiha têdikoşin.”