Dewleta Tirk li Efrînê ji malbatekê 8 kesan revand

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk li gundê Hêkêçe yê navçeya Şiyê ya Efrînê, malbateke ku 3 jê zarok û 2 jê jin ji 8 kesan pêk dihat, revand.

Navenda Nûçeyan- Çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ li Efrîna dagirkirî malbateke ji 8 ferdan ku di nav de 3 zarok û 2 jin hene revandin. Ew malbat ji gundê Hêkêçê yê navçeya Cindirêsê ye.

Girêdayî mijarê çeteyan welatiyek ji gundê Coqê yê gundewarê Efrîna dagirkirî piştî revandibû serbest berda. Lê piştî 800 dolar dan dadgeha Efrînê ya çeteyan û beranberî 2 hezar dolar hate berdan.