Dayikên Şemiyê: Em ê di sala nû de jî tu carî dev jê bernedin

Dayikên Şemiyê diyar kirin ku di çalakiya dawîn a sala 2023'an de dewletê peywira xwe ya dîtina kiryarên windayan bi cih neaniye û gotin: "Di sala nû de em ê hêviya xwe ya xwe gihandina windayên xwe mezin bikin."

Navenda Nûçeyan - Dayikên Şemiyê/Gel di çalakiya xwe ya hefteya 979'an de ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin û di binçavkirinê de hatin qetilkirin bipirsin li Qada Galatasarayê bûn qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên winda hilgirtin û daxwaza darizandina kiryaran kirin. Nûnerên partiyên siyasî û parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê bûn.

 Di daxuyaniyê de binpêkirinên mafan ên di sala dawî de ku em derbasî sala 2024’an dibin hatin kirin. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Zeynep Yildiz ku metna çapemeniyê xwend, diyar kir ku tevî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) Qada Galatasarayê di bin dorpêçê de ye. Zeynep Yildiz di berdevamiya axaftina xwe de pirsa "Me çi kir ku mirovên xwe yên winda bibînin?"kir û destnîşan kir ku sala 2023’an wê tijî astengî û binçavkirinan derbas bûye.

'Em ê we bibînin!'

Zeynep Yıldız axaftina xwe wiha domand:

 "Em ê tam saet di 12:00 de li asîman binerin û daxwaza xwe ya herî xweş a sala pêş bi wendayên xwe re ragihînin: 'Em ê we bibînin!' Sala 2023’an ji bo me bû saleke tijî astengî, binçavkirin û darizandinan. Me gelek caran dît ku Destûra Bingehîn û zagon pûç û betal in. Hikûmetê ji bo eşkerekirina çarenûsa gelê me yê di bin çavan de hatine windakirin û cezakirina sûcdar û berpirsyarên sûc, erka xwe bi cih neaniye. Di înkar û bêcezakirinê de israr kir."

'Em ê tu carî dev  jê bernadin'

Zeynep Yıldız, bal kişand ku li Tirkiyeyê hiqûq nemaye û edalet pêk nayê û got: "Em ê di sala nû de jî ji bo avakirina dewleta hiqûqê û rawestandina binpêkirinên mafên mirovan bi berpirsyarî rabin û wiha gotinê xwe bi dawî kir:“ Em ê bi berdewamî daxwaz ji rayedarên dewletê bikin ku rêzê li maf û azadiyên me bigirin. Di sala nû de em ê îradeya xwe ya ku dest ji windahiyên xwe bernedin û hêviya xwe ya gihandina wan mezintir bikin. Em ê tu carî dev ji vegotina tiştên ku divê li ser qencî, hêvî, rastî û edaletê were bihîstin û zanîn veqetin.”