‘Rojnameger û parêzerên jin rastî tundiyê tên’
Rojnameger Asma Hassaneîn û Parêzer Hala Doma, bal kişandin ser binpêkirinên weke tundî, desteserkirin û tacîzê ku jinên rojnameger û parêzer di jiyana xwe ya xebatê de rastî tên, xwestin jı bo endamên xwe mekanîzmayek parastin û şopandinê ava bikin.
ASMAA FATHI
Qahîre – Rojnameger û parêzerên jin ên ku ji bo mafên mirovan dixebitin û gelek caran xeteriyan digrin berçavan, dikarin rastî gelek binpêkirinên mafan jî bên.Jinên parêzer û rojnamegerên ku ji ajansa me re axivîn, bal kişandin ser rola sendîkayan ya di vê mijarê de.
'Rojnameger rastî gelek xetereyan tên'
Cîgira Seroka Beşa Siyasî ya Rojnameya Al-Fajrê Asma Hassanein diyar kir ku qeza jî di nav de mijarên ku rojnamegeran dixin ber gelek metirsiyan hene û wiha got: “Mînak rojnamevanek ku li ser mijarek li ser gendeliyê lêkolîn kir hat tehdîdkirin, 3 mehan di nava fikaran de bû, jiyankirina vê rewşê berdewamkirina karê xwe asteng kir, serî rêya qanûnî da û tiştên ku hatine serê wî ji polîs re vegot. Lê belê di çarçoveya lêpirsîna ku hat destpêkirin de negihîştin sûcdaran, dosya hat girtin û ev rojnamevan bi mehan tirs û stresa jiyan kir.”
'Rojnameger bi hewldanên xwe tundiyê radigihînin'
Asma Hassanein dest nîşan kir ku gelek jinên di warê rojnamegeriyê de dixebitin rastî tundiyê tên û wiha got: “Lê belê Encûmena Niştimanî ya Jinan jî di nav de rayedarên pêwendîdar, di vê mijarê de tu tedbîran nagirin. Pêdiviya rojnamegerên jin bi piştgirî û alîkariya derûnî heye. Tişta herî xirab mirov dikare hîs bike ew e ku gava kirinên wî gotinên wî berevajî bibe ye. Yek ji pirsgirêka herî mezin a rojnamegerên jin jî ew e ku nikarin ji bo bidestxistina mafên xwe yên desteserkirî bixebitin. Diyar dikin ku ew çiqas dijware û çawa wan dixe dudiliyek çawa. Sendîkaya Rojnamegeran diyar kir ku jinên rojnameger dema erka xwe pêk tînin rastî tundiyê tên û li hemberî vê mijarê bertek têrê nakin. Rojnamegerên jin ên rastî tundiyê tên, bi hewldanên xwe yên takekesî dikarin vê tundiyê bidin bihîstin.”
'Parezerên jin nikarin pîşeya xwe bimeşînin’
Parêzer û lêkolînera hiqûqê Hala Doma jî bal kişand ser pirsgirêkên parêzerên jin dijîn. Hala Doma, diyar kir ku parêzerên jin rastî tundiyê rêbazên cuda tên û wiha got: “Dema jinek parêzer di destpêkê de dest bi pîşeyê dike, kesek derdikeve û dibejê ‘Ev pîşe ne li gorî jinan e.’ Parêzerên jin rastî tundiya devkî tên û pêkanîna pîşeyên wan tê asteng kirin. Di temenekî ciwan de rastî tacîzê tên, rastî tundiya devkî an jî fizîkî tên. Ji parêzerên li gorî parêzerên mêr kêmtir xwedî derfetên kar in. Ji ber vê yekê neçar dimînin neçarî hin rewşan bibin.”
'Rola sendîkayan girîng e'
Hala Doma bal kişand ser rola sendîkayan û wiha axivî: “Divê ji bo endamên xwe mekanîzmayên parastinê ava bikin, cihekî ewlekarî û mekanîzmaya çavdêriyê pêk bînin. Ji bo derbaskirina pirsgirêkên ku hatine jiyîn xwedî cihek girîng e. Min bi gelek rojnameger û parêzerên jin ên li cihê kar û li derve rastî tacîzê hatine re hevdîtin pêkanî. Min bi xwe jî bûyerek heman rengî jiyan kir. Di vî warî de divê sendîka zêdetir bixebitin û tiştên qewimîne ragihînin û rayedarên peywendîdar agahdar bikin."