Hejmara kesên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dan derket 18’an

Di lehiya li Riha û Semsûrê de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 18’an.

Navenda Nûçeyan - Barana ku 15’ ê Adara roja Çarşemê  li bajarê Riha û Semsûr  a ku di erdheja 6’ê Sibatê navenda wê Mereşe bandor li wan kiribûn, veguherî lehiyê. Li Rihayê di lehiyê de 16, li navçeya Tût a Semsûrê jî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lêgerîna 3 kesên winda  jî berdewam dike.