Ji ciwanên Mexmûrê meşa meşaleyî
Bi sedan Ciwanên Wargeha penaberan a Şehid Rustem Cudi bi meşek meşaleyî cejna Newrozê pêşwazî kirin.
Mexmûr - Wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi boneya cejna Newrozê hersal bi coşek mezin pêşwazî dikin. İsal jî bi heman coşê bi meşek ya meşaleyî cejna Newrozê pêşwazî kirin. Meşa girseyî ku ji aliyê Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) ve hatî organîzekirin ji dibîstanê destpê kir heta çiyayê qereçox meşiyan li wir agir hat pê xistin û daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Yekîtiya Xwandevanên Azad (YXA) yê ve hat dayîn.
Beriya daxuyaniyê ji bo tevayî giyanê şehîdan deqeyek rêz hat girtin û piştî wê daxuyanî ji aliyê ciwanê bi navê Delîl Kaya axivî û got:
“Em di destpêkê de wek ciwan cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin. Di dîrokê de Newroz hertim buye nîşaneya berxwedanê li beramberî zilmê. Newroz ji bo gelê Kurd xwedî wateyek cuda ye, Newroz ji bo gelê Kurd roja ku bi pêşengtiya Kawayê Hesinkar agirê serhildanê li dijî şahê Asuriyan Dehaq xistiye û bi serkeftinê tacîdar kiriye. Lê di roja meya îro de neviyên Dehaq bi heman sîstemî zordariyê li ser ciwanên Kurd û gelê Kurd didin meşandin. Çawa ku Mazlum Dogan û rêhevalên wî di dîrokê de li beramberî zilma wan serî ne tewandin û bi agirê bedena xwe Newroz pîroz kirin. Wê tu caran agirê Newrozê yê Kawayê Hesinkar ne vemire û wê bi rihê berxwedanê dawî li dagirkeriyê were.”
Piştî daxuyaniyê ji bo pîrozbahiyê girse ber bi navenda çand û hunerê ve rêketin û li cihê pîrozbahiyê ciwanan agirê Newrozê bi coşek mezin gur kirin. Pîştî gurkirina agirê newrozê ciwanan li dora agir govend gerandin.