Bi hezaran 5'emîn salvegera dagirkirina Efrînê şermezar kirin
Bi boneya salvegera 5'emîn a dagirkirina Efrînê bi hezaran koçberên Efrînê li Şehbayê derketin kolanan û çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin.
Şehba- Ji ber ku ev roj ji bo Efrîniyan rojeke reş e, li seranserê kantona Şehbayê gelê Efrînê şîn girt û tevahî dikan û sûk hatin girtin. Bi hezaran ji welatiyên Efrîn û Şehbayê bi hatina salvegera pêncemîn a Efrînê ku di 18'ê Adara 2018'an de, ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hat dagirkirin daketin kolanan û dagirkeriya dewleta rirk li ser Efrînê şermezar kirin. Meşê bi dirûşma "Em ê Berxwedana Serdemê bilind bikin û dagirkeriyê têk bibin" li ser riya navbera gundê Hirbêl û navçeya Ehrezê dest pê kir. Gel di meşê de wêneyên pakrewan û birîndarên Berxwedana Serdemê, şaxên zeytûnê û pankertên bi nivîsên "Na ji Erdoganê xwînxar re", "Yan Efrîn, Yan Efrîn", "Em êrîş û dagirkeriya dewleta tirk li ser Efrînê şermezar dikin" hildan û dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya dewleta tirk di nava meşê de hatin avêtin.
Pênc salên ji berxwedan û têkoşînê
Meşê ji çerxeriya navçeyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê Rêveberiya Xweser Efrîn-Şehbayê, Silêman Cefer axivî û got: "Em roja dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta tirk ve şermezar dikin. Dewleta tirk dixwaze sînorê dewleta xwe berfirehtir bike û dagirkeriya xwe zêde bike. Li hemberî berxwedana gelê Kurd dewleta tirk di rastiyê de têk çûye, ji ber vê yekê her hêrsa têkçûyîna xwe bi riya êrîş û kiryaran derdixe. Me pênc sal tijî berxwedan û têkoşîn li Şehbayê li pey xwe hişt. Yan em ê jiyana bi rûmet li Efrînek azad bijîn yan jî li Şehbayê em ê bi mirina bi rûmet bimrin."
Bi rihê biratiya gelan em ê Efrînê rizgar bikin
Li ser navê Meclisa Malbetên Şehîdan Efrîn-Şehbayê ji pêkhateya Ereb Fatimê Cimo axivî. Fatimê Cimo di gotina xwe de diyarkir ku vegera Efrînê misoger bikin û ev tişt anî ziman: "Em li kêleka gelê xwe yê Efrînê bin di vê roja reş de û li dijî dagirkeriya dewleta tirk em li kolanan in. Em ê vegera Efrînê bi rihê biratiya gelan misoger bikin, ji ber ku Efrînê di nava xwe de hemû pêkhateyên civakê di bin siya fikir û felsefeya Rêber Apo de, dihewand. Dagirkeriya tirk tu carî nikare wekheviya di nava gelan de bide şikandin û îradeya wan biçewisîne."
Meşê bi dirûşma "Bijî Berxwedana Efrînê" bi dawî bû.