Li Semsûrê di dema lehiya baranê de ne şaredarî ne jî AFAD hebû!

Jinên ku ji ber baranê konên wan di bin avê de man, behsa rewşa xwe kirin û ji bo rayedaran gotin ku ne di erdhejê de ne jî di lehiyê tu rayadarên şaredariyê û AFAD’ê tune bûne.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr- Gelê Semsûrê yê ku ji ber barana zêde konên wan di bin avê de mabûn, bi rojan e nikarin rakevin. Welatiyên ku ji ber barana bi şev dibare zêdetir zirar nede konên wan, bi amûrên di destên xwe de dixebitin, bi roj jî ji bo konên xwe qûmê berhev dikin. Jinên ku eşyayên di konên xwe yên şil de derdixin û kerpîç an jî paletan dixin bin wan û qûma ku berhev kirine jî li dora konan dirijînin. Jinan diyar kirin ku di vê pêvajoyê de ne ji şaredariyê û ne jî ji AFAD'ê rayedarek nedîtine û wiha gotin: "Ne di erdhejê de, ne jî di lehiyê de tu peywirdar tunebû.”

'Em bi şev nikarin rakevin'

Jina bi navê Tûmey Gul, anî ziman ku ji ber baranê hem ew hem jî zarokên wan mexdûr bûne û anî ziman ku ji ber êvarê konên wan di bin avê de dimînin qet nikarin rekevin. Tûmey Gul wiha axivî: “Piştî lehî bi ser konan ve hat, me hemû doşekên xwe derxistin derve. Me sobe pêxist lê tu feydeya wê çênebû. Mirov ji hebûnê ber bi tunebûnê ve diçe. Di vê rewşê de mirov rastî her cure nexweşiyan tên. Dema ku hûn her tiştî winda bikin ev yek dibe. Deh roj em bi cenazeyan re mijûl bû, sê malbat di konekî de dimînin. Ji ber ku em nikarin li wir bi cih bibin, hin ji malbatê çûn bajarên cuda. Ew jî mîna erdhejê bû qewimî. Dîsa pir şukur pir zêde mirovan jiyana xwe ji dest nedan.”

'Konê ku min veda, di bin avê de ma'

Şehrîban Aydin jî bal kişand ku konê ku wan bi derfetên xwe vedane di bin avê de maye û bêçaretiya wan du qat bûye. Şehrîban Aydin, da zanîn ku tevî cihê serlêdanê bike nemaye jî dewletê kon nedaye wan û 20 rojan di wesayîdê de razane û wiha axivî: “Rewşa me li holê ye, em bi şev qet nikarin razên. Heta sibê baran barî, zarok di nava avê de man. Jixwe kon li ber çavan e, mala me xera bû, em ketin konan. Divê êdî alîkariyek bikin. Me bi derfetên xwe ev kon veda, ev kon ne kona dewletê ye. Ez bi zarokên xwe yên biçûk re 21 roj di nava wesayîdê de û li kolanan mam. Cihê ku min serî lê neda nema. Tevî vê yekê jî hê kon nedane min.”

'Hem di erdhejê de hem jî di lehiyê de bi tenê hiştin'

Şehrîban Aydin, diyar kir ku wek erdhejê, di lehiyê de jî tenê hatine hiştin û van agahiyan parve kir: “Tiştên ku em dijîn li holê ne. Hemû zarok nexweş in, zarokên min hemû çûn. Ne cil, ne pêlav û ne jî tiştek heye. Tiştên me bi dest xistin jî di vê baranê de çûn. Hemû kes niha di rewşeke pir zehmet de ye. Em bi tenê, di halê xwe de hatine hiştin, di erdhej û lehiyê de jî me tu piştgirî negirt. Tiştekî vê rewşê veşêre nîn e. Konek jî nedan me.”

'Me tu rayedarek nedît'

Herî dawî Sevîm Kas a ku dema kerpîçan ber bi konê wê dibir em rastî wê hatin jî bi van gotinan bertek nîşanî rewşa heyî da: “Em di bin avê de man. Wekî hûn jî dibînin, rewşa me xirab e. Tiştekî ku em bikin tune ye. Dilxwaz li me digerin. Rewşa me li ber çavan e. Me ne rayedarek, ne şaredarî û ne jî AFAD’ê dît. Divê ji rewşa me re çareseriyek bibînin.”