Gelo çend çil çend nalîn şîna hezaran hilbide…?

Eşxan Yilmaz bi gotinên “Lê lê Çima ez namirim” li singa xwe dixe û ji bo lawê xwe û malbata xwe ya di bin xirbeyan de mane nalînan dişewitîne. Jinên ku dest bi êş û şînê salan bidome dikin, wiha dibêjin: “Derdora Semsûrê mij e, tenê mij heye."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr- Li gorî baweriyên olî li pey kesê jiyana xwe ji dest daye tazî tê danîn; piştre dema çil roj derbas dibe, ji nûve şîn digrin xwarin tê belavkirn û goristan tê serdan kirin. Ev çil wek, dawiya şînê tê dîtin.

Li ser erdheja 6’ê Sibatê ya li Semsûrê ku bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan 40 roj derbas bûn. Jinên ku ji bo bi deh hezaran kesên ku jiyana xwe ji dest dane di roja çilemîn de li hev kom bûn, dest bi şîna bi salan bidome kirin. Ez dixwazim bipirsim; çend çil dê vê şînê rake, çend nalîn dê vê êşê vebibêj e?

‘Qêrînên alîkariyê bi nalînan re cih guhert’

Li bajêrê nîvê bajêr bi erdê re biyek bû, bi hezaran avahî hilweşiya. Li gorî texmînan li bajarê ku zêdeyî 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û goristan tijî bûn, ji 6'ê Sibatê û vir ve tiştek nehat guhertin. Li seranserê bajêrê ku hawara alîkariyê ya ku di rojên destpêkê de bilind bûye niha bi nalînan cih guhert, atmosfereke şînê heye. Mirovên ku ji ber nehatina piştgiriyê, bi destên xwe xirabeyan kolandin û hezkiriyên xwe derxistin, demê ku li pey hezkiriyên xwe şîn jî bigrin nedîtin. Bi hezaran mirovên ku ji ber alîkariyên nehatin û destekên hatin astengkirin sê roj û sê şev birçî û tî mabûn, bêyî hêsirên wan zuha bibe, bi rojan li ber kavilan man.

'Bi kevirên goran yên hejmar hatine nivîsandin hesretên xwe derbas dikin’

Malbatên ku hinek ji wan penç, hinek jê heşt û hinekan jî cenazeyên wan di roja ewil de hatin derxsitin, niha bi kevirên gorên ku tenê hejmarek hatiye nivîsandin hesrata xwe derbas dikin. Qêrînên ku di hefteya ewil a erdhejê de li ser xirabeyan dihat avêtin, niha li goristanê bilind dibe, şîna her malbatê digre êş û xemeke cuda dihewîne. Jinên ku heta îro di nava xwe şîn digrin û derfet namînin ku şîn jî bigrin mal û zarokên xwe difikirin, li qadên şînê yên hatine avakirin êşên xwe tînin ziman. Jinên ku cil û bergên reş li xwe kirine, bi nalînên ku li ser hezkiriyên xwe dibêjin, êşa ku tevî çil rojên derbas bûye hêj zindiyê radixin berçavan. Nalîn û qêrînên ku di şînên ku gotinen “Ev êş ne xilas dibe, ne jî tê ji bîr kirin” ji zimane me xilas nabe, ne çavên me, ne jî guhên me ji bîr nake.

'Bariş rindo, halêm ne tu hale'

Xwediyê yek ji van şînan jî Eşxan Yilmaz e ku ji malbata 5 kesan winda kiriye ye. Eşxan Yilmaz a ku kur, bûk û 3 neviyên xwe winda kir, bi hêviya ku ji wan dêng were bi rojan li ser xirabeyan sekinî. Eşxan Yilmaz ku bi êşa hundirê xwe rûyê xwe xwîn dike, dipirse; “Ez nizanim birînên ku ew kuştin li kudere bû. Kijan êş wan kuşt?” Piştê ji zimana Eşxan Yilmaz ev gotin diherîkin “Kurek min, hevjîna wî û sê neviyên min mirin. Ji malbata min 5 kes mirin. Di bin erdhejê de ma, di bin xirbeyan de man. Birîndarbûn hemû mirin.”

“Bariş rindo, Bariş rindo

Ez li ciyekî tu li ciyekî

Lo lo lo sê roj e ez ban dikim te le ber avakî

Lo lo te çima vê deprema xêrsiz da?

Lo bavê bavê..

Lo lo Barişo baran barî tav xwe navkir

Lo lo te çima xeber ne da ana xwe qê tu lal buyî?

Lo lo ez mirim li virda hâlêm ne tu hâle

Lê bukê lê bukê

Lê lê çima ez namirim

Bariş rindo ana qurban tu kûde di herî?”

'Em ê heta bimirin vê êşê ji bîr nekin'

Zahîde Rençber a dibejê ne çilroj, çil sal jî şînê bigrin, ne êşan xwe ne jî vê şevê ji bîr bikin, wek tiştên hatiye jiyîn kurte bike wan gotinan dibêje: “Xwişk û bira mirin, dayîk mirin, xal mirin, kur mirin, kes nema. Êşeke pir û pir mezin bû, dewlet alîkariya me nekir. Cenazeyên me bi rojan di bin xirbeyan de man. Ew êşek pir û pir mezin bû. Ji hin malbatan 3 kes, ji hin malbatan jî 6 kes mirin. Ji malbatê kes nema, kes nema. Kes ji me wê rojê ji bîr nake. Em tenê digirîn û şîn digirîn, pişika hemû kesî şewitî. Hemû kes çû cihekî, bajarê me serûbin bû. Emê heta mirinê vê êşa di dilê xwe ji bîr nekin. Ji vê şûnde tiştek hebe, ez çi bibêjim. Derdora Semsûrê mij e, tenê mij heye…”