'Ava Firatê di pileya xwe ya herî kêm de ye'

Hevseroka Encûmena Zagonsaz a herêma Firatê Fewziya Ebdî têkildarî qutkirina dewleta tirk para Sûriyeyê ya ji ava Firatê got ku ji ber sedemên siyasî û dagirkerî jiyana 5 milyon mirovan ketiye xeterê.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Dewleta tirk di 27'ê Çileya 2021'ê de dest bi polîtîkaya kêmkirin û qutkirina ava Firatê li ser Sûriyeyê kir. Ev sê sal in dewleta tirk ava Firatê bênavber qut kiriye, ji lewre li şûna ku di saniyeyê de 500 metre kup bigihîje Sûriyeyê, 100-200 tê.

Di 17'ê Tîrmeha 1987'an de hevpeymana parvekirina ava çemê Firatê di nava Sûriye û Tirkiyeyê de hat îmzekirin. Li gorî bendên hevpeymanê diviyabû ku di saniyeyê de 500 metre kup bigihîşta Sûriyeyê. Di 17'ê Nîsana 1989'an de di heman çarçoveyê de hevpeyman di navbera Sûriye û Iraqê de pêk hat ku para Iraqê ya ava Firatê ji % 58 û ya Sûriyeyê ji %42 be. Parvekirina ava Firatê di navbera hersê welatan de wiha ye; Sûriye 6.627 milyar metre kup, Iraq 9. 106 milyar û Tirkiye 15.700 milyar metre kup e di salê de. Hikûmeta Sûriyeyê ji bo parastina mafên xwe yên ava Firatê di 1994'an de hevpeyamana li gel Tirkiyeyê bi Neteweyên Yekbûyî qeyd kir.

Di vê çarçoveyê de ajansa me bi hevseroka Encûmena Zagonsaz a herêma Firatê Fewziya Ebdî re hevdîtin pêk anî.

'Parvekirina ava çem û deryayan zagoneke navdewletî ye'

Fewziya Ebdî bal kişand ser zagon û çawaniya parvekirina ava deryayan û çeman di navbera welatan de û wiha got: "Av yek ji jêderên herî bingehîn e di jiyanê de ji lewre parvekirina ava welatan di asta derya û çeman de li ser bingeha zagon û hevpyemanan e. Bi taybetî jî hinek çem û ava deryayan hene ku di gelek welatan re derbas dibin, ji bo ku hevsengiyeke di parvekirina avê de çêbibe di navbera wan welatan û Netewên Yekbûyî de hevpeyman tên îmzekirin. Çemê Firatê jî yek ji çemên bê sînor e ku di gelek welatan re derbas dibe. Ji bo parvekirina vê avê, hevpeyman di navbera Tirkiye, Sûriye û Iraqê de heye û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin. Mafê dewleta tirk heye ku para xwe ji Firatê bigre û bendavên xwe jî bixebitîne lê mafê wê bi tu şêwazî tune ye ku para Sûriyeyê ya ava Firatê qut bike."

'Dewleta tirk dixwaze pergala Rêveberiya Xweser ji aliyê jiyanî ve têk bibe'

Piştî salên dirêj ji êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berê xwe da rêbaza dorpêçkirina derfetên jiyanê yên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Fewziya Ebdî ev mijar wiha nirxand: "Mixabin ev 3 sal in dewleta tirk bênavber para Sûriyeyê ya ava Firatê qut kiriye, bi vê yekê re Tirkiye zagon û hevpeymana ku îmze kiriye binpê dike. Ev kiryar xwe dispêrin sedemên siyasî û şêrê cîhanî yê 3'emîn ku li welatên Rojhilata Navîn dest pê kiriye û navenda vî şerî Sûriye ye. Ji lewre di Sûriyeyê de hêzên hegemon hemû rêbazên şerê çekdarî, siyasî, civakî, aborî û hwd. bikar tîne. Ji ber vê dewleta tirk êdî mudaxeleyî xwezayê jî kir ku herikîna ava Firatê ya ber bi Sûriyeyê daxist pileya herî kêm. Bêguman gelek armancên dewleta tirk li pey vê mijarê hene, ew dixwaze pergala jiyanê û aliyê xizmetguzarî têk biçe da ku welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê terka axa xwe bikin û li hemberî Rêveberiya Xweser rabin."

'Ji ber kêmbûna avê hemû qadên jiyanî di bin xeterê de ne'

Di destpêka Nîsana 2022'an de pileya ava Firatê gihîşt asta herî kêm. Ji ber vê bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bendava Rojava, Firat û ya Azadiyê seatên xebitandinê kêm kirin. Her wiha bandoreke mezin li ser ava vexwarinê, eleketrîk, çandinî, avdan û hwd. kir. Dewleta tirk bi van kiryaran jiyana 5 milyon kesan xistiye xeterê. Fewziya Ebdî di domandina axaftina xwe de encamên qutkirina ava Firatê wiha bilêv kir: "Qutkirin û kêmkirina ava Firatê ji aliyê dewleta tirk ve bandoreke mezin li ser jiyana niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di destpêkê de astengkirina herikîna çemê Firatê ya xwezayî pirsgirêkên tendirustî ava dike. Ji ber vê av qirêj û ne paqij digihîje herêmên me û bi taybetî di werza havînê de nexweşiyên cur be  cur belav dibin, heta bêhneke ne normal ji avê tê. Li aliyekî din niştecihên ku li peravên çemê Firatê dijîn û debara xwe bi çandiniyê dikin, zehmetiyên gelek mezin dikşînin. Projeyên çandiniyê kêm bûne û ev yekser aboriya herêmê lawaz dike. Her wiha bendavên ku 24 seatan dixebitîn û eleketrîk dida herêmê, gelek caran ji xizmetê derdikeve. Ji ber vê bendav weke tê xwestin naxebitin û seatên elektrîkê gelek kêm bûne."

'Ji bo peydakirina elektrîkê me dest bi projeya ambêran kir'

Ji ber kêmbûna seatên elektrîkê li herêma Firatê ku carna digihîje 2 saetan tenê, gelê herêmê bêzar bûye. Têkildarî vê rewşê hevseroka Encûmena Zagonsaz Fewziya Ebdî ragihand ku wê di dema pêş de projeyeke alterantîf bikeve xizmetê û got: "Gelê me layîq e ku mirov ji bo wan hemû derfetên xizmetguzarî pêşkêş bike. Ji ber vê wê demeke nêz de projeya ambêran bikeve meriyetê da ku em rewşa eleketrîkê sivik bikin. Em rexneyên gelê me yên di vî warî de hurmet dikin û em ê di demeke nêz de vê mijarê çareser bikin. Dewleta tirk bi her rengî êrîşê herêmên me dike, dibe ku di demên pêş de ava Firatê bi carekê de qut bike, ji lewre em ê weke Rêveberiya Xweser destgirêdayî nemînin û ji bo gelê xwe projeyên alternatîf pêşkêş bikin."