Roja 709’an: Ne dema bêdengiyê ye

Malbata Şenyaşar di roja 709’emîn a nobeta edaletê de vê peyamê parve kir, “Bi dîlgirtina edaletê re hûn nikarin ser heqîqetê bigrin.”

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Pirsûsê hejîn û dû lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên Welîkê AKP’yî Îbrahîm Halîl Yildiz ve hat qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrişê bi birîndarî rizgar bûyî di roja 709’emîn de didome.

Emîne Şenyaşar ji ber prisgirêkên xwe yê tenduristiyê nekarî beşdarî çalakiya nobetê bibe. Ferît Şenyaşar li ber adliye nobeta edaletê didomîne.

Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam belav kir: “Nobeda me ya edaletê di roja 709’emîn de didome. Edalet girtî ye. Hûn nikarin ser heqîqetan bigirin. Têkoşîna me dê edaletê bîne, wekî din tu rêyek nîne. Ne dema bêdengiyê ye.”