Xwendekarên Tahranê li dijî perwerdeya dûr di çalakiyê de ne

Hate ragihandin ku li Îranê piştî betlaneya Newrozê ya wekî serê salê tê qebûl kirin, dê derbasî perwerdehiya dûr bibin. Xwendekaran ev biryara ku ji ber tepîsandina serhildanan hatiye girtin, protesto kir.

Navenda Nûçeyan- Serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî ' ku piştî qetilkirina Jîna Emînî  li Îranê dest pê kir berdewam dike. Alîkarê Rektorê ya Zanîngeha Tahranê ragihandin ku piştî 21'ê Adarê Newrozê ku destpêka salnameya Îranê û roja yekem a sala nû ye, dê perwerdehiyê ji dûr dest pê bike. Xwendekaran ragihandin ku ev biryara li dijî tepisandina serhildananê hat girtin, qebûl nakin.

Xwendekarên yûrda Fatemiyeh û Chamran ya Zanîngeha Tahranê  li dijî dîjîtalkirina dersan ya piştî betlaneya Newrozê û girtina yûrdan çalakiyên protesto pêkanîn. Xwendekaran diyar kirin ku dê heta  ku daxwazên wan bên qebûl kirin çalakiyên xwe bidomînin.