8’emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jinê sibê dest pê dike
Bi serpereştiya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê 8’emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jinê bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ sibê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê dike.
Qamişlo- Bi armanca pêşxistin û naskirina wêje û hunera jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha bi boneya nêzîkbûna Roja Cîhanî ya 8’ê Adarê, Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ 8’emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jinan dê sibê li Navenda Mihemed Şêxo a Çand û Huner a bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar bixe.
Bernameya mihrîcanê ya wê du rojan bidome bi vî rengî ye:
- Vekirina mihrîcanê (Koma Serdem).
-Gotina Rêveberiya Xweser.
-Gotina komîteya amadekar.
-Sînevizyon.
-Helbest bi zimanê kurdî (Lema Elî).
-Şano (Koma Darsîn).
-Helbest bi zimanê erebî (Meryem temir- Fatîma Hemîd).
-Çîrok bi zimanê erebî ( Şemis Enter).
-Pêşkêşkirina fîlmê (Berbû).
-Şano bi zimanê erebî (Tundiya li Dijî Jinê).
-Helbest bi zimanê suryanî.
-Çîrok bi zimanê kurdî (Narîman Evdikê).
-Helbest bi zimanê erebî (Fewziya Elmirhî- Feyrûz Reşik).
-Gotina komîteya nirxandinê.
-Encama pêşbirkan û xelatdayîn.