PEN: Divê girtiyên nivîskar li Îranê werin berdan

35 şaxên PEN’ê daxuyaniyek hevpar dan û bang kirin ku divê nivîskar û helbestvanên li Îranê hatine girtin demildest werin berdan.

Navenda Nûçeyan- Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li hemberî hemû beşên civakê zextên ji aliyê darazê ve zêde dibin. 35 şaxên Komeleya nivîskaran, PEN’ê bi daxuyaniyeke hevbeş bang kirin ku li Îranê nivîskar û helbestvanên hatine girtin demildest werin berdan.

‘Armanc bêdengkirina civakê ye’

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku zextên li hemberî nivîskarên Îranê bi dawî bibin û wiha hat gotin: “Divê tu kes ji ber ku pirtûk nivîsandine, yan jî werger kirine û sansoran şermezar kirine, neyên girtin û di girtîgehan de nemînin. Divê yên girtî werin berdan. Endama Yekitiya Nivîskarên Îranê Aida Omidi piştî ku bi mehan hat girtin, hat berdan. Ev zext û êrîşên li hemberî yekitiya nivîskarên Îranê ye. Armanc bi van zextan ew e ku dengê civaka sivîl qut bikin.” 

‘Piştî ku hat berdan ji dadgehê gazî kirin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku endama berê ya komîteya komeleya nivîsakaran, PEN’ê û helbestvan Atefa Chaharmahalian jî hatiye girtin û cezayê girtigehê yê 2 sal û 8 mehan lê hat birîn Di daxuyaniyê de hat gotin ku wergêr Anîşa Esedullahî û xwişka Elî Esedullahî di meha Tebaxa îsal de bi şertê kontrola edlî hatine berdan lê di çend rojên borî de careke din ji bo dadgehê gazî wan kirine.

Li civaka navneteweyî û NY’ê bang hat kirin

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku dawî li îşkenceya li ser girtiyan were û astengiyên li pêşiya xizmetên tendirustiyê werin rakirin û wiha hat gotin: “Civaka navneteweyî û NY divê balê bikşînin ser zextên hikumeta Îranê yên li ser nivîskarên Îranê û hunermendan.” 

Girtina kesan zêde bû

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di sala 2021’ê de Îran di warê girtina nivîskar û hunermendan de di navbera welatên cîhanê de di rêza çaran de bûye lê di sala 2022’yan de hejmara nivîskar û hunermendên ku hatine girtin zêde bûye.