HDP’ê li ber avahiya Kizilayê banga îstîfayê li hikumetê kir

HDP'yiyên ku ber bir Kizilayê ve meşiyan, bal kişandin ser berpirsyariya hikûmetê ya di mirina kesan di erdhejê de û diyar kirin ku dê gel hesab ji wan bipirse.

Enqere- Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar tevî Koma Parlamentoyê ber bi Navenda Giştî ya Kizilayê ve meşiyan ku piştî erdhejê ji ber firotina konan ketibû rojevê.   

Polîsan hemû kolanên ber bi avahiya Kizilayê ve diçin asteng kirin û nehiştin HDP’î derbas bibin. Li ser astengkirinan, HDP'yî yan li pêşiya kolana Heyva Sor daxuyanî dan.

'Nikarin gel bêdeng bikin'

Di daxuyaniyê de destpêkê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî, diyar kir ku îqtîdar ji daxuyaniyan jî ditirse û wiha got: “Desthilatdariya ku piştî erdhejê xuya nedikir, a ku kesên di bin kavilan de diqîriyan terkî mirinê kir, ji daxuyaniya li vê derê ditirse. Ev wêneyê ku hûn dibînin, wêneyê pergala riziyayî û pergala têkçûyî ye. Kizilayê jî bûye sembola vê pergalê. Dema mirov ji sermayê tî û birçî bûn, wan konan bi peretî firotin. Qaşo saziya alîkariyê ye û bêyî fêdî bikin vê yekê diparêzin. Ne exlaq û ne jî şerma wan heye. Ji xwe fedî nakin û hewl didin bi zora polîsan vê rezalet, bêhiqûqî û rizîbûnê veşêrin. Lê çi dikin bila bikin dê nikaribin me bêdeng bikin. Ev qîrînên ku olan didin, dawiya vê pergala riziyayî û gemar tînin. Ew jî di ferqa vê de ne. Ji dengê li trîbûnan bilind dibe ditirsin."

Mîthat Sancar anî ziman ku gel ji berpirsyaran hesab bipirse û wiha axivî: "Erê rast e em qala îstîfayê dikin lê dê îstîfa têra veşartina sûcê wan nake. Dê hemû berpirsyarên vê pergala heramî hesabê bidin. Ji jor heta jêr dê tevahiya peywirdarên ku vê pergalê ava kirine, hesab bidin. Em ê vê pergala heramî hilweşînin. Tu mafê kesên ku vê pergala heramî ava kirin nîn e ku ji gel helaliyê bixwazin. Dê ev gel heqê xwe helal neke û hesabê ji wan bipirse.”

'Ger îstîfa nekin jî em ê wan di hilbijartinê de têk bibin'

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî di daxuyaniyê de wiha axivî:

"Em heqê xwe helal nakin. Banga me ji bo serokkomar ew e ku dixwest gel heqê xwe lê helal bike. Tu mexdûrên erdhejê û xizmên kesên di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane, gelên Tirkiyeyê û tu kes dê heqê xwe li te helal neke. Ji tu kesî nexwazin ku heqê xwe li we helal bike. Ji ber ku hûn bûn sedema mirina mirovan. Hûn bûn sedem ku ev kes li kolanan bimînin, bicemidin. Di ser erdhejê re 22 roj derbas bûn lê tu rayedarekî hê îstîfa nekiriye. Serokê Kizilayê, rêveberî, wezîr, şirîkên biçûk û serokkomar jî di nav de divê hemû îstîfa bikin. Heke îstîfa nekin jî em ê wan di hilbijartinê de têk bibin. Em careke din soza vê didin gelê xwe.”