Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê eşkere bû

TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê wê îsal di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê de li bajarên ku navenda wê Mereş erdhej pêk hatî wê bi jinan re bicivin.

Navenda Nûçeyan- Bernameya 8'ê Adarê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar bû. Îsal wê bernameyên 8'ê Adarê dê li 11 bajarên ku ji erdheja ku navenda wê Mereşê bi bandorbû û bû sedema hilweşînê, wê bi jinan re bicivin. TJA di 25'ê Sibatê de bi dirûşma "Hevgirtina jinê dide jiyîn", Meclîsa Jinan a HDP'ê jî di 26'ê Sibatê de bi dirûşma "Em ne tenê ne bi hev re ne, Jin jiyan azadî" starta 8'ê Adarê dan û wê di çarçoveya 8’ê Adarê de li bajarên ku erdhej lê çêbûne bi jinan re bi civin. Wê jinên HDP û TJA bi tiren xemir bi girseya jinan ku lê bar bibin ber bi Ege, Marmara, Andoliya hindirin, Serhed û herêmên Amedê ve bikevin rê wê li Hatay Semsûr, Adana, Amed û Osmaniye wê bi jina re hevdirtinên piştevaniyê bikin.

Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û meclîsa Jinan ya HDP’ê wihaye:

*  TJA û Meclîsa jinan ya HDP’ê bi bineya 8’ê Adarê roja cîhanî ya jinan starta çalakiyan di şexsê Evîn Goyî de wê di 1’ê Adarê de li Cizira Şirnexê were dayîn.

* Jinên TJA'yê yên ku dê li Serhedê bên cem hev, dê di 1'ê adarê de bi beşdariya parlamenterên HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Gulistan Kiliç Koçyîgît û Şevîn Coşkun li Meletiyê bi jinan re bên cem hev.

 * Bi tevlibûna endamên TJA'yê yên herêma Egeyê û parlamenterên HDP'ê Tulay Hatîmogûllari û Serpîl Kemalbay, jin dê di 3'yê adarê de li Hatayê bin.

 * Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran dê di 4’ê adarê de bi hevserok û hevberdevkên HDP’ê re li Hatayê bin.

 * Jinên ji bajarên Anatoliyaya Navîn bi tevlibûna Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenter Fîlîz Kerestecîoglû û Muazzez Orhan di 4’ê Adarê de dê li Dîlokê bin.

 * Jinên herêma Marmarayê dê di 6'ê adarê de bi tevlibûna wekîlên HDP'ê Oya Ersoy, Huda Kaya, Zuleyha Gulum û Dilşat Canbaz li Mereşê bin.

 * Jinên TJA'yê yên Êlihê di 1'ê Adarê de bi tevlibûna Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca, ji Amedê di 3'yê Adarê de bi tevlibûna wekîlên HDP’ê yên Amedê, Dersîm Dag û Remziye Tosun, ji Sêrtê di 5'ê Adarê de bi tevlibûna Parlamentera Nûran Îmîr, Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay û Parlamenter Pero Dundar dê di 4'ê Adarê de ji Merdînê biçin Semsûrê.

* Di vê çarçoveyê de dê di 7'ê Adarê de Civîna Koma Jinan a Meclisê pêk were û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan wê biaxive.

* Bi pêşengtiya TJA’yê wê di 8’ê Adarê de li Êlih, Sêrt, Şirnex û Mêrdînê meşên girseyî bên lidarxistin. Her wiha wê li gelek bajaran bi tevlibûna TJA, Meclisa Jinan a HDP'ê û platformên jinan daxuyanî bên dayîn.